Ji bo Sumeyeya bi SMAyê hêvî geş bûn

10-01-2024
Nîşan Sumeye SMA Dubaî Tedawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Sumeyeya 4 salî ya bi nexweşiya SMAyê ji bo tedawiyê çû Dubaiyê.

Malbata Sumeyeyê îro bi rêya hesabê xwe yê torên civakî da zanîn ku ew ji bo tedawiyê çûne Dubaiyê.

Malbatê da zanîn ku Sumeyeyê îro bi bilafira 07:55an berê xwe daye Dubaiyê û got:

“Em spasiya her kesî dikin ku heta îro bi me re bûne û em ji piştgiriya xwe ya madî û manewî bêpar nehiştine.

Ev serkeftin a me tevan e. Mala Xwedê ava ku hûn hene.

Destên wan zarokan bermedin ku kampanyayên wan ên alîkariyê didomin.”

Rûdaw bûbû dengê Sumeyeyê

Bi Sumeyeya 4 salî re nexweşiya SMAyê heye û divabû malbata ji bo dermankirina wê milyonek û 698 hezar euroyan bide hev.

Bavê Sumeyeyê Îbrahîmê ku heta beriya du salan li Qerejdaxê şivan û cotkar bû, ew du sal bûn ji bo keça xwe li alîkariyê digeriya.

Îbrahîm ji bo tedawiya keça xwe mala xwe biribû Stenbolê û hewleke mezin dida da ku wê ji destê mirinê rizgar bike.

Îbrahîm Kurtaliş ji Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk re wiha axivîbû:

“Me xwest em dengê xwe bidin bihîstin lê nayê bihîstin. Di vê kampanyayê de mirov çiqasî dengê me bidin bihîstin dê ewqasî zû kampanya bi dawî bibe.

Tenê derdê me ew e ku zaroka me rizgar bibe. Me heta niha gelek ked daye û em dixwazim berhema wê keda xwe bibînin.

Zêde wext nemaye û eger dema parêzgariyê diyar kiriye bi dawî bibe em êdî nikarin alîkariyan jî kom bikin.”

Coreya herî giran pê re heye

Sumeye ji ber vê nexweşiyê ne dikare bimeşe, ne dikare li ser xwe bisekine û ne jî bixwe û vexwe.

Tîpa 1ê ya SMAyê pê re heye ku ew core ya herî  xeter a vê nexweşiyê ye.

Niha piştî ku pereyên lazim gihane hev hêvî xurt bûne ku Sumeye ji destê wê nexweşiyê rizgar bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst