Ji piriyan diran hat hilberandin

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolerên Îngilîz ragihandin ku rêbaza ku ji piriyan hilberîna didanan doz kirine. Dê di demên pêş de êdî didanên rasteqîne li şûna diranên hatine kişandin û ketine, bên danîn.

Lêkolerên Zanîngeha King's College ya Londonê ji tevnepiriyên diran (şaneyên epîtel) û şaneya mişk (şaneyên bingehîn ên mesenkîmal), diranek têkel hilberandin. Li ser vê vedozînê gotara lêkoleran li Kovara Lêkolînên Diran (Journal of Dental Research) hat weşandin.

Li gorî lêkoleran her çend bidestxistina çavkaniya tevnepiriyan û şaneyan hêsan be jî dibe ku ji bo amadekirina vê rêbazê gelek sal derbas bin.

 

Pêştir hewl hatibû dayîn ku ji şaneyên bingehîn ên cenînî, 'diranên zindî' hilberînin.

Lêkoler diyar dikin ku ji vê rêbazê jî bi awayekî serkeftî jê encam hatiye wergirtin, lê belê nirxê vê rêbazê gelekî buha bûye.