Wezareta Tendurustiyê: Li Kurdistanê pirsgirêka dermanan heye

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Tendurustiya Herêma Kurdistanê Xalis Qadir ragihand, ji ber hatina hejmareke zêde yê koçberan, li Herêma Kurdistanê pirsgirêka dermanan heye û wan ji Tirkiyê daxwaza dermanan kiriye.

 

Berdevkê Wezareta Tendurustiya Herêma Kurdistanê Xalis Qadir ji Rûdawê re ragihand; “Heta niha jî li Kurdistanê karta taybetî û ya giştî têkel e û bîmeya tendurustiyê ya mehwelatiyan nîne. Di dema civîna ligel Wezîrê Tendurustiya Tirkiyê de me daxwaza derman û pêwîstiyên pizîşkî kir. Di mijara tendurustiyê de Tirkiye welatekî xwedan ezmûn e û ji bo pêşxistina kerta tendurustiyê em dikarin sûdê ji wan werbigrin.”

 

Qadir got, ku di civînê de wan daxwaza hinardekirina dermanan ji Tirkiyê kirine û bi vî awayî dê nirxê dermanan dakeve û kalîteya wan jî baş be.

 

Xalis Qadir herwiha diyar kir, ku piraniya welatên cîran şandina nexweşan weke çavkaniyeke aborî û yê dahatê dinirxînin.  

 

Berdevkê Wezareta Tendurustiyê diyar kir, hindek neştergerî û çandina endamên laşên mirovan li Kurdistanê tên kirin, lewma hewce nake ti nexweşan bişînin derve.