Li Sûriyeyê derman ji sedî 100 biha bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê bihayê dermanan bi rêjeya di navbera ji sedî 70 heta ji sedî 100 de bilind kir.

Serokê Sendîkaya Dermanxaneyên Şamê Hesen Dêrewan ragihand ku Wezreta Tenduristiyê ya Sûriyeyê bihayên hemû corên dermanan bi rêjeya di navbera ji sedî 70 heta ji sedî 100 de biha kirin.

Dêrewan got ku ev jî bi armanca çareserkirina qutbûna dermanan e da ku li dermanxaneyan her dem derman li ber dest bimînin.

Li gorî Dêrewan, niha kargehên dermanan li Sûriyeyê nêzîkî 14 hezar cor derman berhem tînin.

Di tebaxa borî de jî, Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê bihayê dermanan ji sedî 50 zêde kiribû.

Herwiha destpêka 2023yan jî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê bihayê dermanan ji sedî 80ê zêde kiribû.