Jinek 73 salî cêwî anî dinê
Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Andra Pradeş a Hindistanê jinek 73 salî piştî ku çareserkirina dergûşên tûpê cêwî anî dinê.
Li gor nûçeya BBCyê Magayamma Yaramatî ya 73 salî û Sitarama Rajarao yê mêrê wê yê 82 salî bi salan çareseriya dergûşên tûpê dîtin.
Yaramatî herî dawîn di çavdêriya Dr. Uma Sankar de du mehan çareseriya dergûşên tûpê dît û cêwiyên wê yên keçik çêbûn.
Dr. Sankar destnîşan kir ku rewşa dayik û zarokan baş e.
Li gor agahiyan Rajarao bavê keçikan ku piştî zarok welidîn felç bû û ew niha tê demankirin.
Li Pencara eyaleta Hindistanê di sala 2016an de Daljinder Kaurê di 72 saliya xwe de zarokekî kur anîbû dinê.