Li Rojavayê Kurdistanê hejmara zarokên otîstîk zêde bûye

08-08-2023
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara zarokên otîstîk zêde bûye
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara zarokên otîstîk zêde bûye
Nîşan Otîzm Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji ber aloziyên di hemû waran de hejmara zarokên otîstîk li gorî salên berî 2011an gelekî zêdetir bûye.

Ji bo dîtina çareseriyê ji zarokên otîstîk re li Qamişlo û Hesekê sala 2018an Navenda Bîsanê hate vekirin.

Rêveberê Navenda Bîsanê ya ji bo zarokên otîstîk Mahir El-Celo ku li Qamişloyê ye li ser zarokên otîstîk got:

“Heta niha derdora 200 zarokî, di nava 5 salan de derçûne. Çi zarokên ku bi sedema cîbicîkirina planên çareseriyê derçûne ku ew bi dirêjiya hefteyê dihatin navendê, çi jî zarokên ku tevlî rûniştinên organî dibûn ku pispora vê yekê Meysem Hesriyê ye.

Pispor Meysem Hesriyê çavdêriya nexweşan dike. Mehane nirxandinên planan tê kirin û biryar tê dayîn ka dê planên din bêne danîn yan jî careke din li yên berê vegerin.”

Li wê navendê zarokên ku bi zehmetî diaxivin, yên bi zehmetî têdigihin yan tevdigerin û kesên ku nabînin jî çareseriyê dibînin.

Gelek malbat jî bi sedema hejariyê nikarin zarokên xwe bişînin wergirtina çareseriyê. Lewma ji aliyê darayî ve pirsgirêk derdikevin.

“Em hêvî dikin ku civak û xelk piştgiriya wan bike”

Rêveberê Navenda Bîsanê ya ji bo zarokên otîstîk Mahir El-Celo herwiha anî ziman:

“Debara jiyanê û rewşa darayî zehmet bûye, êdî hinek zarok dibe ku nikaribin berdewam bikin. Pereyên beşdariyê zêde bûne yan jî ji bo malbatên zarokan zêde ne.

Em hêvî dikin ku civak û xelk bi rêya rêxistin û saziyan piştgiriyê bide wan daku em karibin van zarokan bigihînin radeya ewle ku ew jî asayî bibin.”

Li Cizîrê 3 hezar û 500 heta 4 hezar û 500 zarokên otîstîk hene

Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê ku berî niha ji Pisporê Zarokên Otîstîk Barzan Silêman wergirtibûn, li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li ser hejmara nexweşan ti amarên fermî nînin û amarên heyî bêhtir texmîn in.

Barzan Silêman wiha jî texmîn kiriye ku li Cizîra Rojavayê Kurdistanê 3 hezar û 500 heta 4 hezar û 500 zarokên otîstîk hene.

Li seranserî Sûriyeyê jî 40 hezar heta 50 hezar zarokên otîstîk hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst