Kengî û çawa fêkî bixwin?

08-07-2017
RÛDAW
Nîşan Fêkî Tendurustî Sûd
A+ A-

Mihemed Seyîd Elî Berzencî (Koleja Pizîşkî ya Zanîngeha Silêmanî)


Navenda Nûçeyan – Fêkî bi vîtamin û madeyên sûdbexş tijî ye. Çavkaniyeke pir baş e ji bo enerjiya laşê mirov. Lê eger bi şêweyeke tendurust neyên xwarin, sûdên wan namîne.  

 

Dive mirov bipirse, “pizîşk dibêjin ji bo miorv xwe ji nexweşiyan biparêze divê fêkiyan bixwe, çima mirov sûdê ji wan nebîne?”

 

Ji bo fêkî bi sûdbexş bin, dem û rêyên xwarina wan heye. Ew jî wiha ne:

 

1- Yekser piştî xwarinê fêkî nexwin. Ji ber ku fêkî di mîdê de tevlî xwarinên din dibe û di vê demê de enzîm nikarin bi başî karê xwe bikin û para xwe ji sûdên fêkiyê negrin.

 

2- Divê bi zikê birçî fêkî were xwarin. Sûdê fêkî bi zikê vala zêdetir e.

 

3- Fêkiyan bi paqijî bixwe. Ji ber zêderbûna mîkrobên ser fêkî, pêwîste di beriya xwarinê baş werin şûştin.

 

4- Divê hinek fêkî bi tûkil û qaşilkan ve werin xwarin. Ji ber ku vîtamîna ser qaşilê hinek fêkiyan zêdetir e.

 

5- Madeyên kîmyewî yên di dema gihandina fêkiyan de tên bikaranîn, sûda wan jî kêm dike. Lewma di dema hilbijartina fêkiyan de divê mirov vê yekê li ber çav bigre û fêkiyên sirûştî hilbijêre.

 

 6- Divê her fêkiyek li cihê guncaw bên hilgirtin. Ji bo her fêkiyekê ciheke guncaw were hilbijartin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst