Li Wanê festîvala pizîşkiya alternatîv hat lidarxistin

08-01-2023
RÛDAW
Nîşan Pizîşkiya Alternatîv Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê festîvala pizîşkiya alternatîv hat lidarxistin.

Li hola Festîvala Pizîşkiya Alternatîv a li Wan a Bakurê Kurdistanê bi navnîşana Pizîşkiya temamker, Pizîşkiya alternatîv û medîkal festîvalek ji aliyê Navenda Pêşxistina Kar a Wanê ve hat lidarxistin.

Serokê Navenda Pêçxistina Kar yê Wanê Mahmut Gedik anî ziman, “Van çar salên dawiyê me şêwaza karê xwe guhert, me got êdî bi berhemên ji rêzê na, êdî em ê cih bidin hewldanên nûjen, teknolojîk, navendên bikarin hinarde bikin, yên ku nirxê karên wan bilin de û xwedî berhemin. Di vê mijarê de ev 4-5 sale bi welatê cîran Îranê re hevkariyeke me heye. Di vê hevkariyê de pêwîstiya me bi Îranê heye û Îranê jî pêwîstiya xwe bi me heye.”

Ev çalakî wê 2 rojan berdewam bike, gelek berhemên pizîşkî yên navxweyî û derekî bêne nîşandan. Her wiha amûr û berhemên pizîşkê yên ku ji aliyê 38 karsazên Îranî ve di warê tendirustiyê de hatîn çêkirin, dê werin nîşandan.

Serokê Yekîtiya Pizîşkên Îranê Dr. Behzad Jaybashi anî ziman, “Em dixwazin dermankirina kevnar û dermanên xwezayî û giyayî bê pirsgirêk li hemû cîhanê belavbikin.”

Bajarê Wanê ku yek ji bajarê mezin yê Bakurê Kurdistanê ye, li gel ku parêzgeheke giring ya geştyariyê û bazirganiyê ye, wek çawa di dîrokê de mazovaniya gelek şaristaniyan kiriye û gavendeke giring bûye, niha di pizîşkiya alternatîv de jî dixwaze bibe xwedî ciheke diyarker û mazûvaniya vî karî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst