HRW: Tirkiyê ava Elokê bernade û ew jî dibe sedema belavbûna kolerayê

07-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Dîrektorê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov (Human Rights Watch-HRW) Adam Coogle derbarê nexweşiya kolerayê de li bakur-rojhilatê Sûriyê desthilata Tirkiye û Sûriyê rexne kir û amaje bi wê yekê da ku eger wiha berdewam be dê nexweşiyên din jî peyda bibin û got: “Divê Tirkiye gurkirina krîza avê bi dawî bike.”

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov derbarê rewşa Sûriyê de daxuyaniyek belav kir û bang li her du welatan kir ku pêbendê mafê tendirûstiyê û ava paqij bo welatiyên li Sûriyê bin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Berpirsên Tirkiyê rê nadin ava pêwîst a Çemê Firatê ji bo beşên di kontrola Sûriyê de biçe û nahêle ji Santrala Elok ku çavkaniyeke girîng a avê ye av ji bo herêmên di bin kontrola hêzên Kurdî de li bakur-rojhilatê Sûriyê biçe.”

Ji bo rewşa li bajarên Hesekê û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê jî tê gotin ku Tirkiye li wê derê hêzeke dagîrker e dibêje: “Di midaxeleya sala 2019an de Tirkiye û hêzên ku piştgiriya wan dikir li nêzîkî bajarê Serê Kaniyê santrala avê ya Elok xistin bin kontrola xwe. Li bajarê Hesekê jî santrala avê ku bo zêdeyî 460 hezar kesan xizmeta avê dide ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek tekane çavkaniya avê tê binavkirin.”

Herwiha ji bo hikûmeta Sûriyê jî tê gotin ku xizmetên bingehîn û alîkarî bi awayekî wekhev nayên belav kirin û ji ber tedbîrên ewlekariyê û midaxeleya Sûriyê alîkariya mirovî û midaxeleya bilez li wan herêman tê astengkirin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov Adara 2020ê di dema coronayê de belge kiribû ku Tirkiye rê li çûna avê ji Santrala Ellok bo herêmên di bin kontrola Kurdan de digre û 49 grupên ji Sûriyê derbarê mijarê de daxuyanî dabûn û şermezar kiribûn ku Tirkiyê bi zanebûn av qût kiriye.

Wezareta Tenduristî ya Sûriyê 10ê Îlona 2022ê nexweşiya kolerayê ragihandibû û Kordînatorê berê yê alîkariya mirovî li Neteweyên Yekbûyî Imran Riza jî ev wek “Gefeke cidî bo herêma Rojhilata Navîn û xelkê Sûriyê” bi nav kiribû. Li gor amarên Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî heta 1ê Mijdara 2022ê ji ber kolerayê 81 kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 24 hezar kes bi gumana nexweşiyê hatine tomarkirin û ev nexweşî li Libnanê jî belav bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst