Li Rûsyayê rewşa Coronayê xerabtir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara mirina rojane ya bi Coronavirusê li Rûsyayê ji bo cara yekemîn di pandemiyê de 900 kesî derbas kir.  Ji aliyek din ve rêjeya pêketîyan li Rusyayê digehe 25,133 kesî di rojekê de.

Andrey Mikutin, Pizîşk, dibêje, “Rêjeya tûşbûn bi nexweşiyê bilez zêde dibe. Bêhtir dijminkar e. Bi awayekî giştî, ew ên dimirin bêhtir nexweşên pîr in. Mixabin hindek nexweş nikarin xwe li ber vê nexweşiyê bigrin. Giring e bizanin ku ew nexweşên dimirin ewin yên ku vaksîn wernegirtine.”

Ev jî di demekî de ye ku tomara berê ya rêjeya mirina rojane 895 kes bû, lê di niha de nêzî 930 kesî bûye. Rûsyayê ji xwe hejmara mirina herî mezin a Ewropayê di pandemiyê de heye.

Ev tomara nû di demekê de ye ku rêjeya wergirtina vaksînê li welat di asteke nizim de ye û hikumet qedexeya çûn û hatinê nasepîne.

Dmitry Peskov, Berdevkê Vladimir Putin, dibêje, ““Bêguman, karê herî giring sepandina tedbîran e. Ji ber ku di niha de me metodeke pêşkeftî ya tedbîran heye. Bêguman qedexe ya çûn û hatinê li ti herêman dê nayê xwestin.”

Bilindbûna rêjeya pêketin û mirinê di dawiya meha Îlonê de destpê kir.

Heya niha 33% ji 146 milyon rûniştvanên Rusyayê bi kêmî yek qûrçika vaksînê wergirtine û 29% bi tevahî vaksîn wergirtine.

Tevî ku asta pêketin û mirina bi Coronavirûsê di zêdebûnê de ye, lê berpirsên hikûmetê red dikin ku qedexeya çûn û hatin ê bisepînin.

Bi tevahî, heya niha li Rusyayê nêzî 7.6 milyon keysên pêketiyan hatine piştrastkirin û zêdetirî 212,000 kesan jî bi vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.