Ji kampanyaya Rûdawê ya ji bo pêketiyên otîzmê re li cîhanê rêz hat girtin

Washington (Rûdaw) - Komeleya Otîzmê ya Amerîkî bawernameyeke destxweşî û rêzgirtinê da Tora Medyayî ya Rûdawê.

Di bawernameyê de wiha tê gotin: "Tora Medyayî ya Rûdawê pabendî avakirina pêwendiyan û xurtkirina civaka otîzmê bi çavkaniyên pêwîst e ji bo ku jiyaneke baş bijîn."

Bawername ji aliyê Serok û Rêveberê Cîbicîkar Christopher Banks û Seroka Boarda Komeleya Otîzmê ya Amerîkî Tracy Staley ve hatiye îmzekirin.

Komeleya Otîzmê ya Amerîkî yek ji kevintirîn û bibandortirîn komeleyên berevaniya mafên pêketiyên otîzmê li Amerîka û cîhanê ye.

Ev komele sala 1965an ji hêla Bernard Rimland û Ivar Lovas ve hat damezrandin û navenda wê ya sereke li bajarê Rockville li Wîlayeta Marylandê ye.

Rûdawê hefteyekê rûmaleke berfireh li ser otîzmê kir

Tora Medyayî ya Rûdawê di hefteyeke meha tebaxa borî de (07-14.8.2023) rûmaleke mezin û berfireh li ser otîzmê li Herêma Kurdistanê kir.

Rûmalê bi dirêjiya hefteyekê bi dehan çîrokên jiyana tijî zehmetî û dijwar a zarokên otîzmê û malbatên wan gihand temaşevan û berpirsên Herêma Kurdistan û cîhanê.

Du bername li Silêmanî û Dihokê hatin çêkirin

Du bernameyên (Ligel Renc) li parêzgehên Silêmanî û Dihokê hatin encamdan û dê û bavên xwediyên zarokên otîzmê çîrokên xwe vegotin.

Di bernameya Ligel Renc de li Silêmanîyê, Aşna Arî ku dayika zarokeke otîzmê ye, wiha got, "Jiyana min û mêrê min xopan bûye."

Aşna di bernameyê de berê xwe dide mêvanan û bi dengekî hinekî bilind dibêje:

 "Mijar zaf xwelîserî ye, çima bi aramî behs dikin? Malbat heye ku zarokê xwe li malê bi hesinê sêlimê ve girêdaye, ger cihek ji bo rahênan û aramkirina wan hebe, çawa tiştên wiha çêdibin?"

Ji bilî bernameya Ligel Renc, bernameya Berpirsiyar, her wisa çend birge û bernameyên taybet û meydanî yên Dr. Lona, podkast, bultenên tendirustî û bultenên din ên taybet bi pêdiviyên pêketiyên otîzmê di Tora Medyayî ya Rûdawê de hatin weşandin.

Rûmala Rûdawê deng veda

Rûmala Rûdawê li ser rewşa otîzmê li Herêma Kurdistanê, dengvedaneke mezin li hundir û derve da.

Komeleya Otîzmê ya Amerîkî wekî yek ji girîngtirîn komeleyên alîkarî û parastina mafên pêketiyên otîzmê li cîhanê, rola Rûdawê di vî warî de bilind nirxand.

Li gor amarên Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Kurdistanê bi giştî 3 hezar û 489 kes bi otîzmê ketine.

Herî zêde li parêzgeha Hewlêrê ne û 1400 kes in û paşê li parêzgeha Silêmaniyê 1214 kes bi otîzmê ketine û li parêzgeha Duhokê jî 875 kes bi otîzmê ketine.

Li gor gotina Serokê Komîteya Bilind a Otîzmê li Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Herêma Kurdistanê Dr. Nacî Elî, ji kesên ku otîzma wan heye 385 ji wan mûçeyekî 150 hezar dînarî (100 dolar) distînin.