Dihok – Ji ber zêdebûna koçberan kirîza derman derketiye

07-09-2015
RÛDAW
Derman
Derman
A+ A-

 

Dihok (Rûdaw) – Li parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê, ji ber zêdebûna penaber û koçberan, kirîza derman û îmkanên tunduristiyê derketiye.

Ji ber koçber û penaberên iraqî yên ku ji ber şer û aloziyê berê xwe dane Dihokê, nifûsa wê parêzgeha Başûrê Kurdistanê du beramber zêde bûye ji ber wê jî di gellek waran de bi taybet di warê derman û îmkanên tenduristiyê de li wir kirîz derketiye. Di nav koçberên iraqî de herî zêde erebên Tikrît, Rumadî û Mûsilê hene.

Rêveberiya navenda çêkirina derman û îmkanên nojdariyê ya Dihokê jî dibêje, me ji Wezareta Tenduristiyê xwestiye di vî warî de alîkariya me bike.

Wezîrê Tenduristiyê Dr. Rêkeft Reşîd jî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, hikûmeta Iraqê biryar daye beşek ji bûdceya tenduristiyê ya deverên Tikrît, Rumadî û Mûsilê bide Herêma Kurdistanê.

Dr. Reşîd her wiha da zanîn, wan ji Wezareta Darayî ya Iraqê xwestine bûdceyek baş ji bo dabînkirina derman ji wan re terxan bike û got, me ji wê bûdceyê jî pişkek baş daye Dihokê…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst