ISAHED: Li Tirkiyê perestyar di jêr sînorê birçîbûnê de dijîn

Hewlêr (Rûdaw) – Komeleya Ebe, Perestyar û Karmendên Tendirûstiyê (ISAHED) ragihand ku li Tirkiyê perestyar di jêr sînorê birçîbûnê de dijîn.

Seroka Komeleya Ebe, Perestyar û Karmendên Tendirûstiyê Vildan Aydin ragihand ku piştî pandemiyê, dema qedexeya dest ji kar berdanê rabûye, hejmarek perestyaran koçî Almanya, Brîtanya û Amerikayê kirine û hejmarek ji wan jî bo çûnê diçin kursên ziman daku koçî welatên din bikin.

Vildan Aydin dibêje karmendên tendirûstiyê nikarin pêwîstiyên xwe dabîn bikin û ji ber vê yekê jî dest ji kar berdidin ku piraniya wan di jêr sînorê birçîbûnê de dijîn.

Vildan got: “Ji welatên din daxwaza karmendên tendirûstiyê heye. Li Tirkiyê pirsgirêkên perestyaran nayên çareserkirin. Di asta fermî de pirsgirêkên wan nayên dîtin. Ji ber vê yekê jî dixwazin biçin derveyî Tirkiyê. Rewşa wan a aborî gelekî xirab e û nikarin debara jiyana xwe bikin. Ew jî ji neçarî yan dest ji kar berdidin an jî diçin welatên din.”

Li gor amarên Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê piştî pandemiyê bi rabûna qedexeya dest ji kar berdanê heta Îlona 2021ê hezar û 121 perestar û hezar û 230 ebeyan dest kar berdane.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van salên dawî de hejmara pizîşkên ku koçî welatên derve û Ewropayê dikin roj bi roj zêde dibe. Li gor amarên Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB) di 10 salên dawî de 5 hezar û 35 pizîşkan ji ber şert û mercên zehmet ên kar, kêmiya mûçe û tundûtîjiya li beramber wan ji Tirkiyê koç kirine. Herwiha di 18 mehên destpêka belavbûna virûsa Coronayê de jî zêdeyî 8 hezar pizîşkan ji ber heman sedeman dest ji kar berdane.