Li Meletiyê ji bo nexweşên penceşêrê mejiyê hestî tê çêkirin

07-04-2022
RÛDAW
Li laboratuareke Meletiyê ji bo nexweşên penceşêrê mejiyê hestî tê çêkirin
Li laboratuareke Meletiyê ji bo nexweşên penceşêrê mejiyê hestî tê çêkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Laboratuarek li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê salane ji bo sed nexweşên penceşêrê mejiyê hestî peyda dike û dibe çavkaniya çareseriyê. Heta niha 11 hezar test hatine kirin û ev amar jî nîşan dide ku ev laboratuar li seranserê Tirkiyê yek ji wan laboratuaran e ku herî zêde test lê hatine kirin.

Li labaratuara li parêzgeha Meletî salane bo sed nexweşên penceşêrê bi çandina mejiyê hestî dibe çavkaniya çareseriyê. Li laboratuara çandina endamên laş û mêjiyê hestî a ser bi Nexweşxaneya Înonu a Meletî ve her sal test bo hezaran kesan têne kirin û şaneyên guncaw ji nexweşan re peyda dikin.

Bijîşkê li Nexweşxaneya Meletî Prof. Dr. Mehmet Ali Erkurt dibêje: “Di nav nexweşxaneyên rojhilatê Kayseriyê de ev labaratuara herî mezin e ku testan bo diyarkirina rengê şaneyan dike. Dema em li daneyên sala borî binêrin 11 hezar test li vir hatine kirin û li gor vê yekê ev labaratuar li seranserê Tirkiyê yek ji wan labaratuaran e ku herî zêde test lê hatine kirine.”

Ji 11 hezar testên di salekê de li vê labaratuarê hatine kirin, 6 hezar ji wan bo çandina endamên laş û 5 hezar jî bo veguhestina moxê hestiyan bûne. Nêzîka 200 nexweşên vê nexweşxaneyê hene ku li benda wê yekê ne şaneyên guncaw bo wan bên dîtin.

Prof. Dr. Mehmet Ali Erkurt herwiha got: “Sala borî me neştergeriya veguhestina mejiyê hestiyan bo 277 kesan kiriye, ji van 100 kes di encama testên dîtina şaneyên guncaw de ku li vê labaratuarê hatine bidest xistin, bi çandina hucreyê veguhestina mejiyê hestî bo nexweş hatiye kirin.”

Ew nexweşxane hemû karên bo nexweş pêwîst in bi xwe dike. Lê li gelek nexweşxaneyan ev kar li labaratuarên taybet tê kirin. Li gor daneyên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 61 nexweşxaneyên ku veguhestina mêjiyê hestiyan dikin hene. Herwiha salane bo 3 hezar nexweşan veguhestina moxê hestiyan tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst