Ji bo xewa bi kalîte

07-03-2013
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêrîna pisporên tendirustiyê tenê heftiyek ne razana bê sîstem û nîvco, ji bo guhertina bi sedan çalakiyên laşê mirov bes e.

Di nava 6 salan de li ser zêdeyî milyon mirovan derbarê xewa bi kalîte lêkolîn hatine kirin û encamên lêkolînan diyardeyên balkêş derxistin hole: Li gor encama lêkolînan razana ji 7 demjimêrî zêde û ji pênc demjimêr û nîv kêm temenê mirov kêm dibe. Li gor pisporan dema ku kalîteya xewê bê zêdekirin temenê mirov jî zêde dibe. Ji bo bilindkirina kalîteya xewê pispor ev xalan pêşniyar dikin:

Cihê razanê: Eger hûn ketin nava livînan û hûn vezeliyan lê heta nîb demjimêrê jî xewa we nehat, ji wê odeyê derkevin û herin cihekî dine male û rawestin an jî hewaya paqij bistînin.

 

Fikirandina erênî: Pispor bale dikişînin ser rola fikirandina pozîtif ji bo xewê û dibêjin dema mirov tiştên baş bifikire mêjî bi pirsgirêkan re mijûl namîne û mirov bi hêsanî radizê.

Dema xewê: Eger mirov hersev di heman demjimêrê de raze laş fêrî sîstemek dibe û hormona ku xewa mirov tine, “adenozin” di las de zû û bêyî pirsgirêk belav dibe.

Odeya razanê: Ji bo xewa bi kalîte pêwîst e ku ode tarî û honik be. 

Stres: Eger tiştên ku dibin sedemê razanê li cihê razanê hebin, xew zehmet e. Pispor destnîşan dikin ku şewqa ku ji ekranên tv û kompûterê te çavên mirov, dibe sedemê stresê û beriya xewê temaşekirina wan nebaş e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst