Li Rojavayê Kurdistanê 15 kes bi Covid-19 ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ku 15 rewşên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê (Covid-19) hatine tomarkirin.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, roja 5ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand ku herî dawî li herêmê 15 kes bi vîrusa Covid-19 ketine.

Li gor dauxyaniyê, di nav wan kesan de 10 pêketiyên zilam û 5 pêketiyên jin hatine tomarkirin.

Desteya Tendirustiyê herwiha diyar kiriye ku du kes ji pêketiyên Covid-19 li herêmê ku du jin in û xelkê Qamişlo ne, rewşa tendirustiya wan baş bûye.

Bi vê yekê li gor Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara rewşên pêketinê bi vîrusa Coronayê li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de gihîşte 39,116 kes û 2,577 kes baş bûne, herwiha 1,578 kesan canê xwe ji dest dane.