Wezareta Tendirustî: 76 pizîşk û karmend bi Coronayê mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand, di heyama 15 meh û 4 rojên derbasbûyî de 76 pizîşk û karmendên tendirustiyê bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Wezareta Tendirustî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aso Hêwêzî ji Rûdawê re ragihand, di heyama 15 meh û 4 rojên derbasbûyî de, nêzikî 3 hezar û 800 pizîşk, karmend û fermanberln kerta tendirustiyê bi vîrusa Coronayê ketin ku piraniya wan zilam bûn û ji wê hejmarê jî 76 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Wezareta Tendirustî roja 27ê Nîsana 2021an ji Rûdawê re ragihandibû, di heyama 13 meh û 26 rojan de, zêdetirî 3 hezar û 750 pizîşk, karmend û fermanberên kerta tendirustiyê bi Coronayê ketine û ji wê hejmarê jî 75 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor gotina Aso Hewêzî, di 7 mehên yekem ên sala 2020an de 45 pizîşk û karmendên tendirustiyê vi Coronayê jiyana xwe ji dest dan û paşê di mehekê de hejmara wan bo 53an bilind bû.

Li gor dawîn amarên fermî yên hatine belavkirin, ji 1ê Adara 2020an ve bi giştî milyonek û 920 hezar û 142 pişkinîn hatine kirin, 172 hezar û 751 pêketiyên Coronayê li Herêma Kurdistanê hatine destnîşankirin û ji wê hejmarê jî 159 hezar û 988 pêketiyên Coronayê baş bûn û 4 hezar û 312 pêketiyan jî jiyana xwe ji dest dan.