Keça Michael Jackson hewla xwekuştinê da

06-06-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendekî malbata şahê mûzîka pop ê Amerîkî Michael Jakson, ragihand ku keça Michael Jackson a bi navê Parîs Jackson xwestiye xwe bikuje.

Li gorî nûçeya ajansa AP, şêwirmendekî malbata Michael Jackson diyar kir ku keça Jackson a bi navê Parîs Jackson (15) ku ji ber zêdevexwarina heb û dermanên hişber xwestiye xwe bikuje.

Wî şêwirmendî da zanîn, rewşa Parîsê niha baş e û niha li nexweşxanê di bin çavdêriya pijîşkî de ye.

Li gorî pîrka wê (dayika Michael Jackson) pirsgirêkên Parîsê yên derûnî hene.

Tê zanîn, malbata Michael Jackson li eyaleta Kalîforniya ya Amerîka dijî.

Şahê mûzîka pop Michael Jackson meha Hezîrana sala 2009an ji ber bikaranîna zêde ya dermanan jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Jackson heta niha jî şîrketa bi navê AEG Live ku sponseriya hinek konserên Jackson kiriye, li hember mirina wî berpirsiyar dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst