Gefa li ser mirovahiyê: Penceşêr

06-03-2014
RÛDAW
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Rapora Penceşêrê ya Ajansa Navneteweyî ji bo Lêkolînên li ser Penceşêrê (IARC), dibe ku bûyerên penceşêrê li seranserê dinyayê ji sedî 70 zêdetir bibin û ji 14 mîlyonan (2012) hilkevin 24 mîlyonan (2035). Mirina ji ber penceşêre jî wê ducar zêdetir bibin û di heman demê de ji 8.2 mîlyonan bigihijin 14.6 mîlyonan.

IARC dezgeheke Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ye. WHO bi lêkolînên xwe digihijê wê encamê ku di pêşerojê de barê penceşêrê bi awayekî zêdekirî wê bikeve ser welatên xizan. Li gorî deneyan, di deh salên dawî de, li welatên kêm peşveçûyî bûyerên penceşêrê ji sedî 44 zêde bûne, ev rêje li welatên pêşveçûyî tene ji sedî 20 e. Ev qelş her ku diçe zêde dibe, ji ber ku li welatên kêm pêşveçûyî mirov çiqas diçe zêdetir xwe diavêjin nav “jiyana modern”, dest bi çixareyê û alkolê dikin. Cudahiya tedawî û tedbîrên tenduristî yên rêlibergirtinê jî vê newekheviyê kûrtir dikin.

WHO bi awayekî awarte banga ji bo tedbîrên dike û têbinî dike ku îro însan dikarin bi têgihiştina bijîjkî û bi pisporiyê pêşî li nîvê hemû bûyerên penceşêrê bigirin. Mînak; li himberî virusê penceşêra malzarokê (HPV), derziyên rêlibergirtinê bibandor in.

Ji weşankarên rapora jorê Dr. Bernard Steward yê ji Zanîngeha New South Wales/Awisturalya dibêje ku eger tevger û hînbûniyên însanan biguherin, mînak alkolê kêmtir bikarbînin, wê ev bandoreke pozîtîf li şerê li himberî penceşêrê bike.

Steward dibêje ku haya însanan tenê ji têkiliya alkol û tifaqên trafîkê heye. Ew qet qala têkiliya alkol û penceşêrê nakin.

Çixare sedemê ji sedî 20ê bûyerên penceşêyê ye, ango li seranserê dinyayê sedema yekemîn e, ji sedî 19ê mirinên pênceşêrê ji jê tên.

Li gellek welatan li himberî cixarekişandinê tedbîrên weke zêdekirina bacê, qedexekirina reklaman, li cihên girseyî qedexekirina kişandinê hene. Ew tedbîr erênî ne. Bi heman awayî; bi tedbîran vexwarina alkolê jî li hin welatan kêmtir dibe.

WHO ji bo rêlibergirtina zêdebûna vê karesatê, balê dikşîne ser têgihiştbûn û tedbîrên hevpar. Pisporên rêxistinê dibêjin ku zêdebûne penceşêrê li pêşiya pêşveçûn û bextewariya mirovahiyê astengiya sereke ye. 



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst