VEKOLÎN – Seks werzîş e

06-01-2018
RÛDAW
Nîşan Tenduristî Seks Kalorî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nêzîkî %50 yê hemwelatiyên Amerîkayê, ji bo daxistina kêşa xwe û rizgarbûna ji qelewbûnê, rejîm dikin. Lê pispor dibêjin, “pêwîst e seks bibe beşek ji plana kêmkirina kêş û qelewiyê.” Çimku seks alîkariya sotandina kalorî dide lê, sûdên wê tenê ne ev in û gelek feydeyên wê hene.

 

Laşekî rêkûpêk, beşeke giring a jiyaneke bi tundurist e. Rêkûpêkiya kêş û ne qelewbûn, ji bo siyan û hestîkên mirov û herwiha ji bo dûrbûna ji penceşêrê pir giring e.

 

Li gorî amaran, nêzîkî % 73.7 yê zilam û %66.9ê jinên amerîkî qelew in lê tenê % 66ê wan ji bo rizgarbûna ji qelewiyê rejîm dikin.

 

Amarên navendên tenduristî û xizmetguzariyên tenduristiyê eşkere dikin, ku ji bo mirov bibin xwedî laşekî tendurist, çalakiyên fîzîkî beşekî giring in û nahêlin kêşa mirov jî zêde bibe. Lewma ev navend pêşniyar dikin, herî kêm her hefte werzîşeke normal were kirin.  

 

Lê seks ji bo tendurustiya mirovan giring e. Seks kaloriyan disojîne û herwiha dilxweşî dide mirovan. Bi awayekî, ku ew enerjiya di dema seksê de tê xerckirin bi qasî wê enerjiyê ye, ku di dema waneyekî werzîşê de tê xerckirin.

 

Seks û werziş

 

Zanîngeha Montreal a Kanadayê li ser wan kaloriyên ku di dema seksê de tên sotandin, vekolînek kiriye.

 

Profesor Antony Karelis ku serperştê vê vekolînê ye, dibêje: “Zilam di dema seksê de herî kêm 101 kalorî disojînin û jin jî 69 kalorî disojînin.”

 

Karelis eşkere dike, ku ev heyama seksê hevta an ku herwekî 150 xulekên werzîşeke normal e. Hêjayê gotinê ye, ku Rêxistina Tendurustiya Cîhanê jî ji bo tundurusiyêherî kêm werzîşeke wiha ya normal pêşniyar dike.

 

Profesor Antony Karelis dibêje, wan sotandina kaloriyê di dema seks û werzîşê de berawird kiriye û derketiye holê ku di werzîşeke 30 xulekî de zilaman 150 heta 390 kalorî û jinan jî 120 û heta 380 kalorî sotandine, ku ev yek jî pir nêzîkî ya sotandina kalorî ya dema seksê ye.

 

Lê Karelis dide xuyakirin, ji bilî nêzîkbûna rêjeya sotandina kaloriyê, tevahiya zilaman û ji %95ê jinan gotine, “seks ji werzîşê xweştir e.”

 

Wate, di dema seksê de, ji bilî bidestxistina heman karîgeriya tenduristiyê, xweşiyeke zêde jî digihe laşê mirov.

 

Seks heza xwarinê jî kêm dike

 

Hormona xoştivîtî anku hezkirinê "oksîtosîn" ku ji aliyê mejî ve ji mîdeyê tê derxistin, ji bo kirdara seksê giring e û herwiha ji bo sozdarî, girêdana peywendî û zarokbûnê jî giring e. 

 

Ev hormona xoştivitiyê di dema seksê de gelek zêde dibe, bi taybetî jî di dema gihitşina orgazmê de lê karê vê hormone tenê ne en e jî. 

 

Dr. Elisabeth Lawsin, ji beşa rijênên demar a Nexweşxaneya Masachustis a Bostona Amerîkayê eşkere dike, ku hormona xoştivitiyê di heman demê de hez û arezûya wergirtina kaloriyê jî kêm dike û nahêle mirov qelew bibe.

 

(Çavkanî- MNT)

 

Nivîsîn: Necmî Salih

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst