Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê krîza derman kûrtir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Dermanxaneyan a Manisayê Devrim Bali ragihand ku qeyrana derman kûrtir dibe û eger tedbîr neyên wergirtin dê metirsiyeke zêde li ser tendirustiya xelkê çê bibe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di serî de antîbiyotîk, êşbir û dermanên sermayê li gelek dermanxaneyan peyda nabin û yên heyî jî hêdî hêdî diqedin.

Serokê Odeya Dermanxaneyan a Manisayê Devrim Bali bal kişande ser qeyrana derman û got: “Eger bilez tedbîr neyên wergirtin û rê li ber qeyranê neyê girtin dê di rojên pêş de metirsiyeke zêde li ser tendirustiya xelkê çê bibe. Qeyran her roj kûrtir dibe. Niha bi sedan derman li depo û dermanxaneyan nînin.”

Devrim Bali dibêje, di demekê de ku nexweşiyên şewbê zêde bûne nebûna dermanan gihiştiye astekê ku li ser tendirustiya xelkê bûne gef. Bali got: “Nexweş mexdûr in, dermanxane mexdûr in, pizîşk mexdûr in. Eger tedbîr neyên wergirtin dê rewş aloztir bibe. Bila berpirs biçin dermanxaneya herî nêzîk û rewşê bibînin. Bila bibînin ku nexweş bi reçeteyan ji bo dermanekî antîbiyotîk dermanxane dermanxane digerin.”

Bali derbarê sedemên qeyrana dermanan de jî dibêje: “Sedema herî mezin gotegotên zêdekirina bihayan e. Kompanya ji ber wê derman nadin bazar û di destê xwe de radigrin. Ji ber dewlet jî pereyekî kêm dide dermanan, kompanya kêm berhem tînin.”