Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kolera metisîdartir dibe

05-11-2022
Mihemed Ibrahîm
Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kolera metisîdartir dibe
Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kolera metisîdartir dibe
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sûriya Kolera
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji ber nebûna ava paqij û keresteyên tendirustî yên pêwîst her ku diçe ber bi zêdebûnê ve diçe.

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê gelek caran ava vexwarinê ji aliyê grûpên opozisyona Sûriyê yên nêzîkî Tirkiyê ve li ser xelkê hatiye birrîn û xelkê ava bîran û tankeran bikar dianî ku li gorî pizîşkan bûye sedema belavbûna kolerayê.

Rêveberê Tendirustiya Hesekê Îsa Xelef dibêje "Ji ber birrîna avê li ser Hesekê  gelek zarok û mezin rastî zikçûnê dihatin û nexweşiya Kolerayê belav bû, heta niha 72 kes pê ketine, 4 kesan jî canê xwe ji dest dan."

Berpirsên tendirustiyê yên ser bi hikûmeta Sûriyê li Hesekê dibêjin derman, vaksîn û hemû pêdiviyên pizîşkî bi zehmetî bidest wan dikevin, ew jî ji ber dorpêça ku niha li ser hikûmeta Sûriyê heye.

Xelef got jî "Heftiya borî me bo dema heftiyekê kampîna vaksînkirina zarokan paş xist, ji ber dorpêça li ser Sûriyê û li ser kompaniyên derman ên Sûrî ji aliyê Amerîkayê ve."

Li gorî Wezareta Tendirustiya Sûriyê 11 hezar û 49 kes li seranserî Sûriyê bi kolerayê ketine ku li ser van parêzgehan belav dibin:

Li Helebê 692 kes

Dêra Zorê 199 kes

Hesekê 76 kes

Reqqayê 50 kes

Laziqiyê 48  kes

Sweydaa 24 kes

Şam 15 kes

Hema 14 kes

Himis 13 kes

Gundewarên Şamê 6 kes

Deraa 5 kes

Tertûs 5 kes

Quneytera 2 Kes

Her wiha 48 kesan jî ji ber kolerayê canê xwe ji dest dane.

Li gorî Rêxistina Tendirustiya Cîhanî WHO ji Îlona îsal ve li Sûriyê derdora 20 hezar kes bi kolerayê ketine, ji sedî 50ê wan di bin 5 salî de ne û 81 kesan jî canê xwe ji dest dan.

WHO 26ê meha borî ragihand  hikûmeta Îtalyayê nîv milyonek dolar jibo rûbirûbûna Kolêrayê li Sûriyê şandiye bi ji bo  nûjenkirina 5 taqîgehên Microbiology li Şam, Laziqiyê, Tertûs , Himis û Hema,  ew  parêzgehên ku di destê hikûmeta Sûriyê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst