AMED – Zarokên nexweşên derûniyê zêdetir tawanan dikin

05-09-2023
RÛDAW
Nîşan Zarok Nexweşiyên Derûnî Tawan Zanîngeha Dicleyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Zanîngeha Dicleyê ya li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, zarokên ku kêmasiya wan a baldariyê heye û yên hiperaktîf zêdetir tawanan dikin.

Li gorî nûçeya Haber Globalê, Klînîka Derûniya Zarokan a Beşa Pizîşkî ya Zanîngeha Dicleyê di dema Coronayê de li ser 97 zarokan lêkolîn kiriye.

Temenê wan zarok di navbera 12-18ê saliyê de bûyee û ew zarok ji aliyê saziyên dadî ve ji bo lêkolînê  hatibûn şandin.

Li gorî lêkolînê ji sedî 95,6ê zarokên tawanbar kur bûne û herî zêde bi rêjeya ji sedî 36,3 tawanê diziyê, ji sedî 17,6 tawanê birîndarkirinê û êrîşa mal û kargehan û ji sedî 16,5 tawanê destdirêjiyê kiribûn.

Piraniya zarokên tawanbar xwedî nexweşiyên derûnî bûne.

Li gor amaran ji sedî 41,8ê zarokan herî kêm xwedî nexweşiyeke derûnî bûye.

Ji sedî 50ê zarokan nexweşê têkçûna hîperaktîf û kêmasiya baldariyê bûne.

Herwiha li ji sedî 44,7ê zarokan jî têkçûna tevgerê hebûye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gor amarên meha tîrmehê di girtîgehan de hezar û 496 kur û 63 keç bi tevahî hezar û 559 zarok hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst