Fahrettîn Koca derbarê rewşa 6 bajarên Bakurê Kurdistanê de hişyarî da

05-09-2020
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê serdana Amedê kir û derbarê rewşa Coronayê ya li 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî da.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca li Amedê bi Rêveberên Tendirustiya bajarên Riha, Sêrt, Êlih, Amed, Mêrdîn û Şirnexê re civiya û rewşa Coronayê ya li wan bajarên Bakurê Kurdistanê nirxand.

Fahrettîn Koca di konferanseke rojnamevaniyê de encam û naveroka civîna li gel rêveberên tendirustiya wan bajaran aşkere kirin û bi gotina wî ji ber pabendnebûna xelkê bi rênimayên tendirustî nexweşiya Coronayê belav bû.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê sedema zêdebûna hejmara nexweşên Coronayê girê da bi “peywendiyên bihêz ên xizmaniyê, dawet, bikarneanîne mask û serdanên malbatî” û got, “Di nav bajarên ku hejmara nexweşan zêde dibû de Riha, Sêrt, Êlih, Amed, Mêrdîn û Şirnex hebûn. Di vê qonaxê de em taybet bi bajarên ku pirsgirêk lê hene re eleqedar bûn.”

Fahrettîn Koca behsa rêjeya tijîbşna nexweşxaneyên wan her şeş bajarên Bakurê Kurdistanê kir û li gor amarên ku Koca belav kirine di rewşa niha de rêjeya tijîbûna beşên çavdêriya hûr li Êlihê ji sedî 66, li Amedê ji sedî 66, li Mêrdînê ji sedî 81, li Sêrtê ji sedî 62, li Rihayê ji sedî 74 û li Şirnexê ji sedî 58 e.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê diyar kir ku rewşa Amedê û wan her 5 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê li gor rojên derbasbûyî baştir e û got, “Li her bajarên me jî li gor 3 hefteyên derbasbûyî hejmara nexweşan kêm bû. Barê li ser sîstema me ya tendirustî kêm bû.”

Her di dewama gotinên xwe de Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê amaje bi wê kir ku li Amedê ji sedî 91 nexweşî li nav malbatê belav dibe û aşkere jî kir ku ew dê li wan her 6 bajarên Bakurê Kurdistanê 6 nexweşxaneyên nû ava bikin.

Fahrettîn Koca di wê konferansê de careke din bang li hemwelatiyan kir ku pabendî rênimayên xweparastina ji vîrusa Coronayê bibin û taybet jî mask bikar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst