Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîka Donald Trump behsa vaksîna dijî Corona kir û ragihand, niha sê vaksîn derbasî qonaxa dawî ya testkririnê bûne û ew li gel kompaniya fizer axefiye, di demeke nêzîk de wê encamên testan derkevin. Rêveberê Tendirustiya Cîhanî jî dibêje, ew piştevaniyê li bikaranîna ti vaksînekê dijî Korona nakin heya ku selametî û bandora wê bi temamî neyê piştrastkirin.
Trump got, ew li ser rêya rast in ku berî dawiya salê wê vaksînek li ber dest be û eger heye berî wê demê jî, anko di yekê Mijdarê de vaksînek amade bibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje, “Di çarçoveya proseya bilezkirina berhemanîna vaksînê, me niha sê vaksîn hene ku derbasî qonaxa dawî ya testan bûne. Duh kompaniya Pfizer ragihand. Ez niha bi serokê Kompaniya Pfizer re axivîm. Kesekî baş e. Wan ragihand, ew pêşbînî dikin di demeke gelekî nêzîk de encamên testan derkevin, meha bê. Di demeke gelek nêzîk de. Em li ser rêya rastin ku beriya dawiya salê vaksînek li ber dest be û eger heye berî wê demê jî, di 1 Mijdar e de vaksîn amade be.”
Serokê Amerîka Donald Trump di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew nizanin û ne piştrast in ku Alexey Navalny hatiye jehrîkirin yan na, lê pêdaçûnê bo vê yekê bikin.
Trump herweha dibêje, çima bêtir behsa Rûsya tê kirin lê çima behsa Çînê nayê kirin û careke din behsa vîrûsa Korona kir û bi vîrûsa Çînî bi nav kir û got, pêwîst ew vayrus di nava sînorê Çînê de hatibe kontrolkirin.
Trump di wê baweriyê de ku divê bêtir guvaş li ser Çînî bê kirin û dibêje, wî welatî çi li 188 welatên cîhanê kir ji ber ku vîrûs di nava sînorê xwe de kontrol nekir.
Li aliyê din Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Cîhanî Tedros Edhanom ragihand, ew piştevaniyê li bikaranîna ti vaksînekê dijî Korona nakin heya ku selametî û bandora wê bi temamî neyê piştrastkirin.
Ev yek di demekê de ye ku her yek ji Rûsya û Çînê dest bi berhemanîna vaksînan kirine tevî ku qonaxa dawî temam nekirine, hinek welatan jî amadebûna xwe nîşan dane ku vaksînên wan bikirin.
Rêveberê WHO herwiha got, dema ku vaksînek amade be, nabe bi neteweyî bê kirin lê divê hemû cîhan sûdê jê bibînin û tekez jî kir ku divê li hemû welatên cîhanê, destpêkê û berî her kesî, karmendên tendirustî bêne vaksînkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse