Wezîrê Tenduristiyê ji ber germahiya zêde hişyarî da nexweşên dil û demaran

05-08-2023
RÛDAW
Nîşan Germahiya Zêde Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber germahiya zêde ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo nexweşên dil û demaran hişyariya "krîza dil" hat dayîn.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek belav kir.

Koca, ji ber germahiya zêde hişyarî da nexweşên dil û demaran.

Koca ragihand ku nexweşên demar û dil divê li hemberî germê baldar bin û got, "Ji ber ku di germahiyê de xwîna wan hişk dibe, dibe ku krîza dil bi wan re çêbibe."

“Xwîna kesên ku nexweşiyên wan ên dil û demaran hene hişk dibe”

Fahrettîn Koca di peyama xwe de anî ziman:

“Germahî ji bo tenduristiya me dibe sedema gelek metirsiyan. Wekî mînak xwêdana ku dibe sedema jidestdana ava laş, rêjeya xwînê kêm dike.

Di encamê de jî xwîna kesên ku nexweşiyên wan ên dil û demaran hene hişk dibe. Ji ber vê jî dibe ku bûyerên krîza dil bên dîtin.”

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê tevî peyama xwe vîdeoyek jî belav kir ku bijîşkeke pispor a nexweşiyên dil û demaran tê de diaxive.

Ew bijîşk, di vîdeoyê de behsa hinek tedbîran dike ku divê  li hemberî germahiya zêde haya nexweşên dil û demaran ji wan hebe. 

Pêla germahiyê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daye ber xwe.

Li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên wekî Riha, Mêrdîn, Amed û Şirnexê germahî 40 pileyî derbas dike.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê jî ragihand ku dê germahî vê hefteyê jî berdewam be.

Saziya Keşnasiyê heerwiha hişyarî da welatiyan ku li beramber germahiya zêde tedbîrên xwe wergirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst