Li Reqayê navenda lingên protez hat avakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistineke bi navê Rêxistina Avakarên Hêviyê navendeke lingên protez ji bo kesên xwedî pêwistiyên taybet li Reqaê ava kirin.

 

Rêveberê navendê ji aliyên navdewletî û dezgehên xêrxwazî û Rêveberiya Xweser dixwaze, piştgîriya wan bikin, ji ber pêdiviya navendê jî bi lingên protez heye, piraniya kesên kêmendam li gor berpirsên navendê lingên xwe ji ber şer û mayînan ji dest dane.


10 pisporên xwebexş têde kar diikin, heta niha hezar û 400 xwedî pêwistiyên taybet navên xwe lê tomar kirine.


Rrêveberê Navendan Çêkerên Hêviyê Ebdulfetah Sadiq dibêje: “Me navenda lingên destçêkirî ava kir, ji bo kesên ku lingên xwe di şer de ji dest dane ji wan re biguherin, herwiha çareseriyek normal jî pêşkêşî wan bikin, destpêkê me bi tena xwe ev kar kir, lê piştre civakê piştgîriya me kir. Em daxwazê ji aliyên navdewletî û fermî dikin alîkariya me bikin, daku em dilên kêmendaman xweş bikin.”


Navenda Çêkerên Hêviyê rojane kesên xwedî pêwistiyên taybet serdana wê dikin, pêdiviya navendê jî bi lingên destçêkirî heye, piraniya kesên xwedî pêwistiyên taybet li gor berpirsên navendê lingên xwe ji ber  şer û mînan ji dest dane.


Pispot Aytan Ehmed jî got: “Me Navenda Çêkerên Hêviyê vekir, daku lingên jidestdayî di şer de bi yên destçêkirî biguherin. Me bajarê Reqa , gundewar û bakur û rojhilatê Sûriyê bi tevahî daye ber xwe, berî avakirina navendê em grûpekî pizîşkî bûn, me di neştergeriya hestî, lingên destçêkirî û çarseriya normal de kar dikir. Heta niha me lingên  16 zarokên kemendam li jêr 8 salan çêkiriye, herwiha me 35 lingên mezinan jî dirust kirine.”


Navenda Çêkerên Hêviyê berî 6 mehan ji aliyê Encûmena Sivîla Reqayê ve hatiye avakirin, 10 pisporên xwebexş tê de kar diikin, Navend ji du odeyên taybet pêk tê,heta niha 1400 kêmendaman navên xwe lê tomar kirine.