Nexweşên penceşêrê li Rojhilatê Kurdistanê nikarin dermanan bikirin

05-02-2019
RÛDAW
Rewşa xirab a aboriya Îranê bandoreke nerênî li nexweşên penceşêrê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye.
Rewşa xirab a aboriya Îranê bandoreke nerênî li nexweşên penceşêrê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye.
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Nexweşiya penceşêr Derman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal bi sedema kirîza aborî ku li Îranê heye, nexweşên bi penceşêrê ketine, gelek zehmetiyan dibînin. Bi tayebt ku buhayê tûmen li hember diravên biyanî gelek daketiye, nirxên dermanan çend qat zêde bûne.

 

Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku bi nexweşiya penceşêrê ketine, dibêjin ku wan şiyana kirîna dermanan nîne.

 

Herwiha ji ber rewşa xirab a aboriya Îranê, derziyên taybet bi nexweşiya penceşerê gelek giran bûne û nirxê wan derziyan niha li Îranê di navbera milyonek heta 5 milyon tûmenî de ye.

 

Hikûmeta Îranê vê yekê dixe stuyê dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî wî welatî, lê Amerîkayê ragihandiye, wan sektora tendirûsiyê nexistiye nav dorpêçên xwe de, û hikûmeta Îranê bi xwe naxwaze xelkê wê sûdê ji vê lêxweşbûnê bibîne.

 

Piştî ku Amerîka ji rêkevtina etomî ya li gel Îranê vekişiya, çend sizayên aborî bi ser wî welatî de sepand, ku di encama wan sizayan de, buhayê pereyê wî welatî gelek daketiye û rewşa aboriya wî welatî jî pir xirab bûye.


Wê rewşa xirab a aborî bandoreke nerênî li nexweşên penceşêrê jî kiriye û ew nikarin derman û derziyên pêdivî yên bo dermankirina nexweşiya xwe dabîn bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst