Koç berdewam dike: Îsal 2 hezar 285 bijîşk çûne derveyî Tirkiyeyê

04-10-2023
RÛDAW
Nîşan TTB Yekitiya Bijîşkên Tirk Koç Bijîşk Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), di 9 mehên destpêkê yên sala îsal de ,2 hezar û 285 bijîşkan ji bo biçin derveyî Tirkiyeyê bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtiye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara bijîşkên ku koçî derveyî wî welatî dikin her ku diçe zêde dibe.

Yekitiya Bijîşkên Tirk hejmara bijîşkên ku sala 2023yan ji bo biçin derveyî Tirkiyeyê bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtiye eşkere kir.

Di meha Îlona 2023yan de 321 bijîşkan ji bo biçin derveyî Tirkiyeyê bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtiye.

Di 9 mehên destpêkê yên sala 2023yan de jî bi tevahî 2 hezar û 285 bijîşkan ev belge wergirtiye.

Meha Tebaxa 2023yan 315 pizîşkan “Belgeya Rewşa Baş” wergirtibû.

Piştî sala 2017an hejmar gelekî zêde bûye

Li gorî datayên Ofîsa Amaran a Yekitiya Ewropayê (Eurostat) ên sala 2021ê, li Ewropayê li gorî rêjeya welatiyan, herî kêm bijîşk li Tirkiyeyê hene û herî zêde li Yûnanistanê hene.

Li Tirkiyeyê ji bo her 100 hezar welatiyî 218 bijîşk hene û li Yunanistanê ji bo her 100 hezar welatiyî 629 bijîşk hene.

Piştî sala 2017an hejmara bijîşkên ku ji Tirkiyeyê diçin welatên din gelekî zêde bûye.

Sala 2017an 482, sala 2018an 802, sala 2019an 1057, sala 2020î 931, sala 2021ê 1405 û sala 2022yan 2685 bijîşk çûbûn derveyî Tirkiyeyê.

Sala 2012an tenê 59 bijîşkan “Belgeya Rewşa Baş” wergirtibû.

Piraniya bijîşkên ku “Belgeya Rewşa Baş” werdigrin diçin welatên Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst