Gelo germa Kurdistanê metirsîdar e?
Silêmanî (Rûdaw) – Pizîşk hişyariyê didin ku germa zêde bandore li canê mirov dike û astengiyê dixe ser sîstemên cuda yên laş. Herwiha, bi awayeke ne raste rast, rê ji nexweşiyan re vedike. Jîngehnas û akademîsyen dibêjin germa zêde ya niha bi destê mirovan peyda bûye û hemû kes dikar sedemên zêdebûna germê kêm bike.
Germa niha bi destê mirovan çêdibe
Germibûna jîngehê û bilindbûna asta germê, hew maye bibe xaleke cudakirina vê serdemê li gel serdemên din ên cîhanê. Ev diyarde di hemen demê de nadorên cuda jî li tendurustiya mirovan dike.
Pisporê jîngehê û mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê Salih Necîb di vê mijarê de ji Rûdawê re got: “Berawirdê 100 sal beriya niha, pleya germê pleyekî bilind bûye. Eger karên pêwîst neyên kirin, di 100 salên din de dê 4 pleyên din jî germ bibe. Ne dûr e, ku berdwambûna vê rewşê ziyaneke mezin bigihîne tevahiya cîhanê.”
Piştî biyara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina ji Rêkeftina Parîsê ya Parastina Jîngehê, fîzyazanê navdar ê cîhanî Stephan Hewkind ji Trump re nameyek şand û ev biryara wî weke “Biryara herî xirab a cîhanê” binav kir.
Hawking dibêje: “Germbûna hewayê û têkçûna jîngehê gefeke cidî ye. eger wiha berdewam bike, divê mirov ji bo jiyanê, li derveyî dinyayê, gerstêrkeke din peyda bike.”
Salih Necîb dibêje, bilindbûna germê weke tişteke ji rêzê tê dîtin lê di rastiyê de metirsiyeke mezin e: “Di encama vê germê de cemeda li cemserên cîhanê dihele, gelek herêm dibine çolistan. Pêleke nû ya koçberiyê ber bi herêmên avadankirî çêdibe. Herwiha pozberiyeke nû ya av û xwarinê peyda dibe.”
Weke pisporê navborî dibêje, zêdebûna hejmara nîştecihan, otomobîl, kargeh û sotandina berhemên petrol û kîmyayê, balansa karbonoksîd û rêjeya gazên hewayê têk biriye û bûye sedema têkçûna çîna ozonê.
Necîd diyar dike: “Heya sala 1900î, hejmara mirovên li cîhanê milyarek û 600 milyon bû. Lê piştî 117 salan îro, zêdetirî 7 milyaran e. Ji bilî danûstandina nefesê, ev hinde mirov ji ber pêwîstiyên xwe, jîngehê pîs dikin.
Ziyanê digihîne tendurustiya mirov
Pizîşk hişyariyê didin û diyar dikin, ku bilindbûna germê bandorên xirab li laşê mirov dike. Pizîşkê pispor ê hinav û dilî Dr. Zanyar Nûrî ji Rûdawê re got: “Laşê mirov xwedî sîstemeke wisa ye, ku dikare xwe ligel germa û sermayê biguncîne. Lê dema germa ji ya pêîst zêdetir dibe, ev sîstem rastê astengiyan dibe.”
Nûrî dide xuyakirin, ku germa zêde av û xwêya pêwist a canê mirov zuha dike, lewma divê ji bilî xwarinê, pêwîstiyên vexwarinê jî dabîn bike.
Pizîşkê pispor dibêje, ziyanên germê li ser laşê mirov bi sê qonaxan de dide der; westiyan, êşa masûlkeyan, vereşandin û tavxwarinê. herwiha ev yek jî bandorê li ser dil, mejî û hinavê mirov dike ku eger mirov zû çareseriya pizîşkî nebîne, dibe metirsiya jiyanî jî peyda bibe.
Bi gotina Dr. Zanyar Nûrî, nema (şêy, rûtûbet) Kurdistanê kêm e. Lewma piraniya mirovan di dema germaxwarinê de tenê diwestin. Ew jî bi bêhnvedanê û dabînkirina xwarin û vexwarinên pêwsît, herwiha cihê hênik, dikarin vê qonaxê derbas bikin. Lewma rewşên weke êşa masûlkan û vereşandin kêm caran tê dîtin.
Herwiha hewa germ dihêle liv û geşeya mîkroban zêde bibe û bi rêya hewa û xwarinê bi hêsanî derbasî mirovan bibin. Lewma divê mirov ji xwarin û vexwarina xwe haydar be.
Hemû kes dikare beşdar be
Pisporê jîngehê û mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê Salih Necîb dide xuyakirin, ku hemû kes dikare beşdarê helmeta paqijkirina jîngehê bibe: “Vemirandina ampûlan û amêrên zêde yên elektrîkê, vegerandina vizeyê, kêm şewitandina berhemên petrolê, dikarin bibin sedema başkirinê. Kêmtir gaz3en jehrî tevlî hewayê dibin.”
Li hinek welatan ji bo mirov xwe ji tîrêjan biparêze, pêşniyar tê kirin, ku kum û sîwan were bikaranîn. Lê li Kurdistanê ev yek hê nebûye nerîtek.
Rênimayên Wezareta Tendurustî ya Herêma Kurdistanê ev in:
1- Eger pir pêwîst nebe, di germê de dernekevin derve. Ji amêrên hênikkirinê sûdê werbigrin.
2- Zarok û mirovên temen mezin û herwiha kesên nexweşiyên demdirêj pê re hene, divê li cihên hênik bimînin.
3- Karker divê xwe ji tîrêjên rojê biparêzin. Dem bi dem bêhna xwe vedin, li ber siyê bin, zêdeti av û şilemenî vexwin.
4- Av û berhemên avî bixwin da ku xwe ji hişkbûna laş û bandorên tavê biparêzin.