TTB: Di 4 mehên dawiyê de 881 pizîşk çûne derveyî welat

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB), di 4 mehên destpêkê yên sala 2023an de 881 pizîşkan ji bo biçin derveyî welat bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtine.

Sala 2023an hejmara pizîşkên ku koça derveyî welat dikin rekoreke nû tomar kir. Yekîtiya Pizîşkên Tirk hejmara pizîşkên ji bo biçin derveyî welat kar bikin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtine eşkere kir.

Di meha Nîsanê de 181 pizîşkan û di 4 mehên destpêkê yên sala 2023an de bi tevahî 881 pizîşkan ji bo biçin derveyî welat bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtine.

TTBê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Di serî de yên li herêma erdhejê ji bo bidawî anîna şertên xebatê yên giran ên hemû hevpîşeyên me, dê di rewşa siyasî ya piştî hilbijartinê de jî xebat berdewam be.”

Erdogan bang li pizîşkan kiribû

Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ku pêştir ji bo pizîşkên diçin derveyî welat gotibû “eger diçin bila biçin, ev der vala namîne” berî çend rojan bang li wan kir ku paş de vegerin.

Erdogan got: “Birayê min ê birêz, ez di çarçoveya programa `Lêkolînerên Rêber ên Navdewletî` de bang li we dikim, vegerin mal û welatê xwe. Ji bo xebatên we yên zanistî dê hemû derfet ji aliyê dewletê ve bêne dabînkirin. Silavên ji dil.”