Li Sûriyê salane 14 hezar nexweşên penceşêrê tên tomarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro roja cîhanî ya rûbirûbûna penceşêrê ye û hewlên rûbirûbûna nexweşiya penceşêrê li seranserê cîhanê berdewam in û Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Sûriyê jî ragihand ku ew rojane 180 corên dermanan, ji bo nexweşên penceşêrê peyda dikin.

 

4ê Sibatê, Roja Cîhanî ya nexweşiya penceşêrê ye. Armanca destnîşankirina vê rojê ew e ku rêkarên pêwîst bêne standin ji bo ku hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li ser asta cîhanê kêmtir bibe.


Li ser Asta Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, rêjeya nexweş û qurbaniyên penceşêrê li gorî salên berê, bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ev jî, di demekê de ye ku rewşa wî welatî, ji bo kesên saxlem jî aloz û zehmet e, îcar ji bo kesên nexweş aloztir û zehmetir e.


Li gorî amarên ku hatine ragihandin, heta sala par nêzîkî ji sedî 3 ji tevaya nişteciyên Sûriyê bi nexweşiyên corbicor ên penceşêrê ketine û hejmara nexweşan gihîştibû nêzîkî 800 hezar kesî, lê li gorî zanyariyan, ev hejmar di sala 2019an de zêdetir bûye, ji ber ku sedemên wê nehatine çareserkirin û dermanên pêwîst kêm in yan jî peyda nabin.


Li gorî ragihandina Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Sûriyê, ew rojane 180 corên dermanan, ji bo nexweşên penceşêrê dabeş dikin.


Her li gorî amarên dawî yên Wezareta Tendirustiyê, salane 14 hezar û 571 haletên nû yên nexweşiya penceşêrê têne tomarkirin.


Ji temamiya hejmara nexweşan, 7 hezar û 913 nêr û 6 hezar 658 jin in. Ji her 100 hezar kesî, 96 kes tûşî vê nexweşiyê bûne. Lê amarên rêxistinên cîhanî dibêjin ku li Sûriyê ji her 100 hezar kesî 145 kes nexweşên penceşêrê ne.


Doktorê pispor di xwîn û wermên xirab de, Danîş Mehmûd Îbrahîm, ji bajarê Qamişlo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku sedemên sereke yên nexweşiya penceşêrê, li Rojavayê Kurdistanê, nepakiya jîngehê ye, ku parzûn û rafîneriyên petrolê yên destkarî, ku bi navê (Herraqe) têne naskirin, yek ji wan sedeman e. Herwiha çixarekêşan, xwarina nepak û nebûna çavdêriya tendirustî, hinek ji wan sedeman in.


Derbarê vê yekê de Doktor Danîş got: “Ti navendên amaran li Rojavayê Kurdistanê nînin ku hejmar û rêjeyên rasteqîne eşkere bikin û ev yek jî li cem wan cihê mixabiniyê ye, ku tenê ew dikarin bibêjin hejmara nexweşan gelekî zêde bûye.”


Danîş Mehmûd Îbrahîm, ku pizîşkiyê li Qasmişlo dike, dibêje ku çareseriya kîmayayî ji nexweşan re tê kirin, lê hinek ji dermanan bi nirxekî buha têne firotin ku piraniya nexweşan nikarin bikirin.


Tevî wê jî hinek ji dermanên buha peyda nabin, navendeke taybet bi çareserkirina penceşêrê jî tune ye ku alîkariyê bi nexweşan re bike. Li Rojavayê Kurdistanê di pileya yekem de penceşêrên fişikê, pêsîr, kolon û prostatê hene, ew jî ji ber heman sedeman di zêdebûnê de ne.