KOBANÎ - Ji ber êrişên Tirkiyeyê zêdeyî 500 nexweşî zehmetiyan dibînin

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kobanî Nexweşxaneya Miştenûrê Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber jikarketina Nexweşxaneya Miştenûrê niha zêdeyî 500 nexweşî di warê tedawî û bidestxistina dermanan de zehmetiyan dibînin.

"Rewşa nexweşan jî gelekî dijwar e"

Rêveberê Beşa Nexweşiyên Hinavan Dr. Tewfîq Şêx Ehmed diyar kir ku nexweş ji bo dermankirinê û peydakirina dermanan zehmetiyan dibînin û got:

"Îro heta derziyên vaksîna zarokan jî nayên peydakirin, ji ber derman hemû şewitîn. Makîneyên eko û dermanxane jî şewitîn.

Êdî derman nînin ku em bidin nexweşxan. Rewşa nexweşan jî gelekî dijwar e û pêwîstiya wan bi domandina dermankirinê heye."

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Kantona Feratê zerera ku gihiştiye nexweşxaneyê nêzîkî 200 hezar euroyî ye.

25ê Kanûna Pêşîna 2023yan, ji ber bombebarana firokeyên Tirkiyeyê yên li  bajarê Kobaniyê, Nexweşxaneya Miştenûrê ji kar ketibû.

Di Nexweşxaneya Miştenûrê de beşên zarok, jin, şekir, eseb, nexweşiyên hinavan û alîkariya psîkolojîk, dermanxane, vaksînkirina zarokan û laboratuvareke bijîşkî hebûn.

Herwiha 3 ambûlans jî ji bo nexweşxaneyê dixebitîn.

Nexweşxaneya Miştenûrê sala 2015an li Kobaniyê bi alîkariya Rêxistina Bijîşkên Bêsînor hat avakirin û ji wê demê ve alîkariya tenduristî pêşkêşî welatiyan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst