Li Urmiye û Kirmaşanê wergirtina vaksînê

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raportên fermî, li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji sedî 77ê wê parêzgehê du doz vaksîna Coronayê wergirtine û li parêzgeha Kirmaşanê ji sedî 76.

Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Kirmaşanê belav kiriye ku ji sedî 89ê xelkê di ser 12 salî re li parêzgeha Kirmaşanê doza yekem û ji sedî 76ê xelkê jî du doz vaksîna Coronayê wergirtine. Lê tenê ji sedî 16ê xelkê doza sêyem wergirtine.

Herwiha li parêzgeha Urmiyê ji sedî 89ê kesên dikarin vaksînê werbigrin, doza yekem û ji sedî 77ê xelkê doza duyem wergirtine.

Lê ji 4 milyon û 800 hezar niştecihê parêzgeha Urmiyê tenê ji sedî 9ê xelkê doza sêyem wergirtine.