TTB: 1964 bijîşk çûne derveyî welat

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor amarên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), di 8 mehên destpêkê yên sala 2023yan de hezar û 964 bijîşk ji bo biçin derveyî welat bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtine.

Sala 2023yan hejmara bijîşkên ku koçî derveyî welat dikin rekoreke nû tomar kir.

Yekitiya Bijîşkên Tirk hejmara bijîşkên ji bo biçin derveyî welat bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtine eşkere kir.

Di meha Tebaxa 2023yan de 315 pizîşkan û di 8 mehên destpêkê yên sala 2023an de bi tevahî hezar û 964 bijîşkan ji bo biçin derveyî welat bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtine.

TTBê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Li dijî hejariya ku bi destê desthilatê hatiye zêdekirin, bêhêvîbûnê û tundûtûjiya ku tê zêdekirin; ji bo mafê me dema gotina `Ked a me ye, gotin a me ye.”