Li Çewlîgê tîmên tendirustiyê li ser rê ajokar û rêwiyan vaksîn dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Çewlîgê Tîmên Tendirustiyê li ser rê ajokar û rêwiyan vaksîn dikin û welatî jî li hember vê kampanya derzîkirina li dijî Coronayê kêfxweş in.

Tîmên tendirustiyê li ser rê rawestiyan e û pirsa vaksînê ji ajokar û rêwiyên ligel wan dikin. Ev yek ji rêyên  parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ye ku tîmên Tendirustiyê bi vê hewla xwe dixwazin rûbirûyî  belavbûna zêdetir ya  Coronayê bibin û ajokar û rêwiyên ligel wan ji bo wergirtina vaksînê razî bikin.

Dr. Muhammet Enes, Pizişk, dibêje, “Em niha li xala kontrolê ya Kervansaray in û  ji bo xebatên vaksînê hatine. Em bi ambulansekê û 5 karmendan li vir kar dikin. Em welatiyan vedixwînin ambulansê û di ambulansê de wan vaksîn dikin. Îro xebatên me li vê derê bi vî awayî ne lê ji xeynî vê yekê 4 tîmên me li gundan jî kar dikin. Ew jî bi heman awayî li gundan kar û xebatên vaksînê birêve dibin.”

Di nexşeya Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê de, parêzgeha Çewlîgê di warê belavbûna Coronayê de yek ji parêzgehên herî metirsîdar e û di rêza 7emîn de cî digire. Welatiyên wê parêzgehê jî bi vê hewla karmendên tendirustiyê keyfxweş in û spasiya wan dikin.  

Murat Koşunalp, Welatî, dibêje, “Min doza xwe ya yekem a vaksînê wergirt. Ez sipasiya xebatkarên tendirustiyê dikim. Gelek spas.”

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê di 24 demjimêrên dawî de 284 kesan ji ber Coronayê canê xwe ji dest dane û 23 hezar û 496 hezar pêketiyên nû hatine tomarkirin.

Hevdem ji destpêka Coronayê heta niha her sê doz di nav de 95 milyon û 565 hezar û 306 dozên vaksînê li ser welatiyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine dabeşkirin. Di demekê de, li parzêgeha Çewlîgê rêjeya kesên herî kêm dozeke vaksînê wergirtine tenê ji sedî 64.5 e.