Dîroka xembar a gilikê

03-05-2024
Nîşan Klîtorîs Dîrok Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolîna ewil a berfireh a li ser anatomiya gilikê (zîlik/klîtorîs) sala 1998an ji aliyê Prof. Helen O'Connellê ve hatiye kirin.

Seks yek ji çalakiyên ewil ên mirovahiyê ye lê klîtorîsa ku yek ji çavkaniyên sereke yên çêjwergirtina ji seksê ya jinan e heta îro jî baş nayê zanîn.

Seksolog Rayka Kumruyê “dîroka xembar a gilikê” û “sedemên piştguhkirina gilikê” ji T24ê re nirxandin.

Rayka Kumruyê da zanîn ku haya mirovan ji berê ve ji hebûna gilikê heye lê wan xwestiyê “ji ber çêja şeytanî ya ku dide jinê” wê piştguh bikin.

Kumruyê amaje pê kir ku piştî sala 1998an lêkolînên berfireh hatine kirin lê klîtorîs dîsa jî hatiye piştguhkirin û tewr di pirtûkên tibê de jî hatiye sansurkirin.

Seksolog Rayka Kumruyê da zanîn modela 3D ya gilikê cara ewil salên 2000î hatiye çêkirin.

Rayka Kumru li ser sedemên piştguhkirina gilikê wiha axivî:

“Piştguhkirina û neqebûlkirina klîtorîsê ji sîstema mêrparêz re xizmetê dike.  

Dema klîtorîs bên naskirin divê li ser rastiya ku ew çêjê dide jinan jî were axaftin.

Wê dema divê em li ser vê yekê jî biaxivin ku miroveke bêklîtorîs nikare orgazm bibe û çêjeke gelekî zêde ji seksê bistîne.

Ev jî tê çi wateyê? Dê derkeve holê ku seks ji bo kêfxweşkirina aliyekî ye û fêhmkirina vê yekê ji bo gelek kesan ne baş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst