Li Tirkiyeyê di salekê de 41 hezar kes bi nexweşiya penceşêra kezebê ketine

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan Penceşêra Kezebê Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di salekê de 41 hezar kes bi nexweşiya penceşêra kezebê ketine.

Serokê Komeleya Saziya Rûbirûbûn û Lêkolîna Penceşêrê ya Tirk Tezer Kutluk ragihand ku li cîhanê salane 2 milyon kes bi nexweşiya penceşêra kezebê dikevin û ev rêje li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 41 hezar kes in.

Li gorî amarên Komeleyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di salekê de zêdetirî 230 hezar kes û nêzîkî 3 heta 4 hezar zarok bi nexweşiya penceşêrê dikevin û corê herî zêde tê dîtin jî penceşêra kezebê ye.

Kutluk da zanîn ku li kêleka penceşêra kezebê, nêzîkî 2 milyon kes jî bi penceşêra memikan dikevin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî salane 41 hezar kes bi penceşêra kezebê û 24 hezar kes jî bi penceşêra memikan dikevin.

Kutluk got ku eger mirov xwe ji berhemên tûtinê dûr bigre, xwarina tendurist bixwe û liv û tevgera zêde bike, dikare ji sedî 30 heta ji sedî 50 rê li ber nexweşiya penceşêrê bigire.

Li gorî amaran li cîhanê her sal nêzîkî 20 milyon kes bi penceşêrê dikevin û 10 milyon kes ji ber wê nexweşiyê canê xwe ji dest didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst