RÛSYA - Kesên vaksîn wernegirtine nikarin biçin cihên giştî

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê St Petersburg ê Rûsyayê, biryarên tund li beramber kesên vaksîna dijî Coronayê wernegirtine, tên standin.

Kesên biçin bazar, xwaringeh an her cihekî din ê giştî divê karta wergirtina vaksînê yan testa Coronayê pêşan bidin daku bikaribin derbas bibin.

Lê dikanên kelûpelên xwarinê û dermanxane bo hemû kesî vekirî ne. Biryar bû ji yekê Çile ve ev biryar têkeve warê cîbicîhkirinê, lê ji ber hatina sala nû, hikûmetê rê da xwaringehan daku karê xwe bikin û ev biryar bo 3ê Çile hat paşxistin. Lê hinek kes li dijî vê biryarê ne û dibêjin ev yek dê zerarê bighîne aboriya welatê wan.

Oleg Maslygin, Rêveberê Xwaringeha Monkey Gastrobar, dibêje, “Tiştekî baş bû ku ev biryar roja sersalê nehat cîbicîhkirin. Bi kêmanî wan hinek derfet da me. Lê ne baş e ku di Çile de tê cîbicîhkirin, ji ber di vê mehê de ji sedî 20-30ê bazarê dadikeve, bi vî awayî ji sedî 50-60ê bazarê kêm dibe, bi giştî tevahiya vê mehê bandorê li kar dike.”

Rêjeya pêketinê niha li Rûsyayê bi giştî daketiye, li gorî amarên fermî yên hikûmeta Rûsyayê niha li seranserî wî welatî rojane kêmî 20 hezar kesan bi Coronayê dikevin û ev rêje li gor meha Mijdarê gelekî kêm e ku wê demê rojane zêdeyî 40 hezar kes bi Coronayê diketin.

Alyona, Welatiya Rûsyayê, dibêje, “Biryareke wek vê dê wiha bike gelek kes vaksînê werbigrin, bi vî awayî ev pandemî bidawî dibe.”

Heta niha tenê ji sedî 51ê xelkê Rûsyayê vaksîna dijî Coronayê wergirtine, lê hikûmet ji xelkê daxwaz dike ku di zûtirîn dem de vaksîna Sputnik a Rûsî werbigrin. Li gor hikûmetê, ew vaksîn baştir e ji bo xweparastina ji corê Omicronê yê Coronayê.