AMED - Ji zikê pîreke 72 salî girêkeke 20 kîlogramî hat derxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di neştergeriyeke 6 saetî de ji zikê jineke 72 salî girêkeke 20 kîlogram hat derxistin.
Li parêzgeha Amedê Remziye Koyuna 72 salî ya ku dayîka 3 zarokan e berî sal û nîvekê tedawiya penceşêra tevnê dît.
Piştî demekê wê hizir kir ku êdî ew nexweşî li ba wê nemayê lê bi demê re baş nebû.
Di meş û wergirtina henaseyê de rastî zehmetiyan bû û her zikê wê diêşiya.
Pîra 72 salî piştî demekê wiha hizir kir ku êdî pençeşêra di laşê wê de gihiştiye asteke ku neyê çareserkirin û ji ber wê hêviya wê ji nexweşxaneyan nema û tevî êş û azarên xwe jî neçû nexweşxaneyê.
Ji bijîşkên Nexweşxaneya Perwerde Lêkolînê ya Gazîyaşargîlê, Pisporê Onkolojiyê Doç. Dr. Salîm Îlksen Başçeken û Op. Dr. Abît Yaman ku bijîşkên Remziye Koyunê bûn, ferq kir ku êdî ew nayê nexweşxaneyê û xemsariyê di tedawiya xwe dike.
Piştre her du bijîşkan pêwendî bi Remziye Koyunê re danî û jê xwest ku biçe nexweşxaneyê.
Di pişkinînan de diyar bû ku di zikê pîra 72 salî de girêkeke 50 santîmetreyî heye.
Doç. Dr. Salîm Îlksen Başçeken jê re got, tevî ku metirsî ye jî lê bi rêya neştergeriyê, ew girêka di zikê wê de dikare were derxistin û Remziye Koyun razî bû ku ew neştergerî jê re bê kirin.
Piştre li nexweşxaneyê neştergeriyeke derdora 6 saetî ji Remziye Koyunê re hat kirin û ji zikê wê girêkeke 50 santîmetreyî ku giraniya wê 20 kîlogram bû hat derxistin.
“Wekî çûkan sivik bûme”
Remziye Koyunê anî ziman, berî ku ew girêk ji zikê wê were derxistin giraniyek li ser laşê wê hebûye û ew di meşê de rûbirûyî gelek zehmetiyan dibû lê piştî neştergeriyê ew giranî nemaye û got:
“Ez piştî neştergeriyê 3 rojan di beşa çavdêriya hûr de mam. Niha baş im. Wekî çûkan sivik bûme.”
Remziye Koyunê amaje bi wê yekê jî da ku wê berî neştergeriyê nedikarî bi dilê xwe xwarinê bixwe û da zanîn:
“Înşalah ez dê ji niha û pê ve baştir xwarinê bixwim.”
Pisporê Onkolojiyê Doç. Dr. Salîm Îlksen Başçeken jî amaje bi wê yekê da ku Remziye Koyunê berî niha tedawiya penceşêrê dîtiye û got:
“Girêka di zikê wê de ew qasî mezin bûbû ku nedikarî ji ser cihan rabe.
Girêkê hemû endamên laşê wê pêçabû û zext li ser wan çêdikir.
Girêkên ew qas mezin kêm tên dîtin. Nexweşê tevî êş û azarên xwe dest ji xwe berdabû, ji ber ku wiha fikiriye ev asta herî dawî ye.
Di tumorên wiha de şansê nexweş bir rêya neştergeriyê heye.
Me jê re got ku dikare jê re neştergerî bê kirin lê ev yek rîsk e.
Nexweş û kesûkarên wê jî tevî hemû rîskan qebûl kir û biryar da neştergerî jê re bê kirin.”
Op. Dr. Abit Yaman jî da zanîn ku wan ew girêka 20 kîlogramî di encama neştergeriya 6 saetî de ji zikê jina bi temen derxistiye û got:
“Ji ber ku neştergeriya wê ya duyem bû vê yekê hem ji me re hem jî ji nexweş bixwe re zehmetî çêkirin.
Nexweşa me digot ku berî niha bi başî nedikarî xwarinê bixwe û nefesê bistîne.
Me piraniya vê pirsgirêkê çareser kir.
Neştergerî serkeftî derbas bû û rewşa tenduristiyê ya wê ber bi başiyê ve diçe.
Em kêfxweş in ku me ew tedawî kir.”