ÊLIH - Jinek du hefte ne bê navber dibêhnije

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê jineke 24 salî ya ku du hefte ne bê navber dibêhnije dixwaze tedawî bibe.

Benazîr Aydina şêniya Taxa Seyitlerê ya Êlihê ji 18ê Îlonê ve dibêhnije û ew bêhnija wê ranewestiyaye.

Li ser vê yekê malbata wê, ew bir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.

Li wir ji bo Benazîr Aydinê tedawiyek hat kirin lê belê ew tedawî bi kêr nehat û ew qenc nebû.

Lewma jî Benazîr Aydin ji bo tedawiyê ji peywirdaran alîkarî xwest.

Dişa jinikê Yasemîn Aydinê jî diyar kir ku jinbira wê du hefte ne bê navber dibêhnije.

Yasemîn Aydinê destnîşan kir, ew her roj wê dibin nexweşxaneyê lê belê wan ti çareserî nedîtiye.

Aydinê her wiha got ku jinbira wê ya dayika 2 zarokan perîşan bûye.

"Em jî êdî ditirsin"

Yasemîn Aydinê bal kişand ku ew dixwazin nexweşiya jinbira wê were başkirin û wiha got:

"Em jî êdî ditirsin. Jinbira min timî dibêhnije û lewma ne dikare nan bixwe û ne jî avê vexwe.

Çareyek ji destê me nayê. Em li benda alîkariya rayedaran in."