Li du bajaran 3 tax û 121 mal hatin kerentînekirin

02-09-2021
RÛDAW
Nîşan Qoser Mêrdîn Semsûr Covid-19 Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qoserê 3 tax û Semsûrê jî 121 mal di çarçova tedbîrên Covid-19ê de hatin kerentînekirin.

Li navçeya Qosera ser bi Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di çarçova tedbîrên Covid-19ê de  3 tax hatin kerentînekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, ji ber zêdebûna hejmara pêketiyan û kesên ku cane xwe ji dest dane bi armanca rê girtina belav bûna nexweşiyê Desteya Tendirustî ya Bajêr biryar da ye ku  taxên Ziyaret, Gunluce û Erikliyê 10 roj bên kerentîne kirin.

Herwiha biryare ku bi armanca kêmkirin û rêgirtina belavbûna mexweşiyê li qada Komariyê jî di navbera demjimêrên 22:00 û serê sibê 05:00an de dê 10 rojan tedbîrên kerentînê bê cîbicî kirin.

Li gor hişyariyên ku hatine kirin eger tedbîrên pêwîst neyên wergirtin dê çarçova kerentînê berfirehtir bê kirin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber kêm vaksîn wergirtinê hejmara kesên bi Coronayê dikevin her diçe zêde dibe û li gelek bajar û bajarokan kerentîne tê ragihandin.

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di çarçova tedbîrên Covid-19ê de 121 mal hatin kerentînekirin.

Li çend taxên parêzgeha Semsûrê di çarçova tedbîrîn vîrûsa Coronayê de li 121 malan kerentîna hat destpêkirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Parêzgariya Semsûrê, li navenda bajêr piştî testa hinek welatiyan pozîtîv derketiye, Desteya Tendirustî ya Bajêr biryarên nû dane. Li gor biryarê, li taxên cuda 121 mal hatin kerentînekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst