'Pêla çarem a Delta gelek metirsîdar e'

Hewlêr (Rûdaw) - Li piraniya welatên cîhanê tevî ku qedexeya çûnûhatinê hatiye rakirin û proseya vaksînkirinê berdewam e, careke din li gelek welatan rêjeya pêketina bi Coronaya ji Corê Delta bilind bûye û pizîşkek jî dibêje, “Pêla çarem a Delta gelekî metirsîdar e.”

Li Almanya kesên ku dixwazin derbasî wî welatî bibin, divê belgenameya wergirtina vaksînê, an encama testa Coronayê nîşan bidin heta rê bo wan bê dan derbas bin.

Li parkeke li Londana paytexta Brîtanyayaê ji bo asankirina proseya wergirtina vaksînê, hikûmetê bo dema 4 rojan festîvaleke muzîkê saz kiriye, xelk dikarin biçin wê derê vaksînê werbigrin, li muzîkê guhdarî bikin û xwarinê bê beramber bixwin.

Jagan John, Pizîşk, dibêje, “Îro em kampîna vaksînkirinê û Festîvalê bi hevre bo dema 4 rojan birêve dibin, ku ji aliyê Encûmena Tower Hamlet ve hatiye sazkirin, da ku xelkê han bidin û bên vaksînê werbigrin.”

Heta niha 57.2 ji xelkê Birîtanyayê vaksîna dijî Coronayê bi temamî wergirtine.

Li Fransayê jî, ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên bi Coronayê, hikûmetê biryar daye, kesên biçin cihên giştî, wek xewaringeh, bar û cafeteria yan divê passport an belgenameya wan hebe ku vaksîn wergirtine.

Tevî ku li gorî rapirsîya hikûmetê, piraniya xelkê Fransayê li gel derxistina passporta vaksînê ne, lê hejmareke mezin jî ji xelkê wê naxwazin vaksînê werbigrin.

Li Australia jî, li wilayeta New South Wales hejmara pêketiyan zêde bûye, serokwezîr Berejiklian ji welatiyan daxwaz dike vaksînê werbigrin.

Gladys Berejiklian, News South Wales Premier, dibêje, “Ez banga xwe dighînim xelkên Sydney û New South Wales ku bên û vaksînê werbigirin.”

Li Pakistanê jî Hikûmetê bo dema yek hefteyê qedexeya çûnûhatinê li Herêma Sind ragihandiye, tenê dermanxane, firne, benzînxane û dukanên keskayiyê dikarin ji sibehê ve heta demjimêr 6ê êvarê vekirî bimînin, heta niha tenê 6.8 % ji xelkê Pakistanê bi temamî vaksîna dijî Coronayê wergirtine.

Faryal Munaf, Pizîşk, dibêje, “Pêla çarem a Delta gelekî metirsîdar e. Ez daxwazê ji xelkê dikim vaksînê werbigrin.”

Berî niha Serokê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom, ragihandibû di 4 hefteyên borî de ku rêjeya pêketiyên bi Coronaya ji corê Delta, li seranserî cîhanê 80 % bilind bûye.

Adhanom daxwaz ji welatan kiribû proseya vaksînkirinê bileztir bikin, herwiha bang li welatên Yekîtiya Ewropayê jî kir vaksînê bidin welatên hejar bi taybet welatên Afrîqî, ku li gorî wî, heta dawiya Îlona îsal, 70% ji wan welatan bi rêjeya 10% ji xelkê  xwe vaksîn nakin.