NY derbarê nexweşiyên zarokan de bo Rojavayê Kurdistanê hişyarî da

02-07-2022
Xalid Cemîl Mihemed
NY derbarê nexweşiyên zarokan de bo Rojavayê Kurdistanê hişyarî da
NY derbarê nexweşiyên zarokan de bo Rojavayê Kurdistanê hişyarî da
Nîşan Nexweşiyên Zarokan Rojavayê Kurdistanê Netewên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê, gelek curên nexweşiyan belav bûne, Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî, diyar kir ku sala 2021ê 21 hezar û 865 zarok bi nexweşiya xwarinên xerab ketine.

Li gorî amar û zanyariyên Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî, li Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê jî di nav de, sala 2022-2023yan, wê pêwîstiya 5 milyon û 500 hezar kesan bi alîkariyên xwarinê hebe.

Li navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê, gelek corên nexweşiyan belav bûne, bi taybetî zarokên biçûk tûşî nexweşiyên bedxwarin, zikçûn, zuhabûn û kulbûna roviyan dibin.

Li gorî karînên li ber dest jî, bijîşk û karmendên tendirustî alîkariyan ji bo nexweşan pêşkêş dikin, lê her zehmetî gelek in.

Koçber li Cizîra Rojavayê Kurdistanê Dêya Ehmed dibêje “Kurê min nexweş ket û roviyên wî kul bûn, min ew bire nexweşxaneyê, êdî nema şîrê min dixwar, bijîşk got, rewşa wî xirab e, ji ber bedxwarin û zuhabûnê, heriwha ji ber kulbûna roviyan.”

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî, sala 2021ê, li 968 navendên tendirustî yên Sûriyê, rewşa zarokan ezmûn kir û xiste bin çavdêriyê.

Ji tevahiya 101 hezar û 59 zarokên kêmtir ji 5 salî, ku hatin ezmûnkirin, diyar kir, 21 hezar û 865 zarok ji wan tûşî bedxwarineke tund bûbûn.

Her di sala 2021ê de jî, Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî, alîkarî ji bo 19 navendên tendirustî yên cîgir, pêşkêş kir. 4 ji wan, li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê bûn.

Li gorî amar û zanyariyên Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî, li Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê jî di nav de, sala 2022-2023yan, wê pêwîstiya 5 milyon û 500 hezar kesî bi alîkariyên xwarinê hebe.

50% ji wê hejmarê li navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê dijîn.

Bi awayekî, têkraya tûşbûna bi bedxwarina xurt, li wan navçeyan, berawird bi navçeyên din ên Sûriyê, bi du qatan bêhtir e.

Li bakurê rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, krîza abûrî û darayî û zehmetiya kirîna derman û xwarinê û kêmbûna ava pak a vexwarinê, hemû sedemên bedxwarinê ne, ku di encamê de, nexweşî bêhtir li nav zarokan belav dibin.

Girtina deriyên sînorî, bi taybetî yê Til Koçer, bandoreke nerênî ya xirab li ser kerta tendirustî li wan navçeyan kiriye, ji ber ku rê li ber derbaskirina pêdawîstiyên çareseriya tendirustî û dermanan hatiye girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst