TTB: Li Tirkiyê rojane zêdeyî 7 pizîşk dixwazin biçin welatekî din

02-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) ragihand ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di sala 2023an de jî koça pizîşkan bo derveyî Tirkiyê berdewam e û di 2 mehên îsal de 465 pizîşkan daxwaza belgeya çûna welatên din kirine, û ev jî tê wateya rojane zêdeyî 7 pizîşk ji Tirkiyê koç bikin.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) amarên daxwaza belgeya çûna bo derveyî Tirkiyê yên sala 2023an eşkere kir.

Li gor amarên Yekîtiyê di 2 mehên îsal de hejmara pizîşkên daxwaza belgeya çûna welatekî din kiriye gehiştiye 465 kesan ku sala borî bi giştî ew hejmar 1341 pizîşkên pratîsyen û 1344 pizîşkên pispor bûn.

TTB dibêje rojane zêdeyî 7 pizîşk dixwazin biçin welatekî din.

Li gor amarên fermî yên Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB):

2012an de 59 pizîşk

2013an de 90 pizîşk

2014an de 118 pizîşk

2016an de 245 pizîşk

2017an de 482 pizîşk

2018an de 802 pizîşk

2019an de 1057 pizîşk

2020an de 931 pizîşk

2021ê de 1405 pizîşkan serlêdana belgeya çûna welatekî din kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst