Vîrusa Korona: Li derveyî Çînê yekem haleta mirinê hat tomarkirin

02-02-2020
RÛDAW
Nîşan Keçên Amûdê Tîma Futbolê ya Amûdê Vîrusa Koronayê Fîlîpîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li derveyî Çînê jî kesekî tûşbûyê vîrusa Koronayê canê xwe ji dest da ku ev yekem haleta mirinê ye li derveyî wî welatî.

Li welatê Fîlîpînê, kesekî tûşbûyê vîrusa Koronayê canê xwe ji dest da ku ev yekem kes e li derveyî Çînê ji ber wê vîrusê canê xwe ji dest daye.

Berpirsên Tendirustiya Fîlîpînê, ragihandin ku ew kesê canê xwe ji dest daye, temenê wî 44 sal e û hemwelatiyê Çînê ye û ji eyaleta Wuhanê ye ku yekem car vîrusê li wê parêzgehê serî hildabû.

Nivîsîngeha Filîpînê ya Rêxistina Tendirustiya Cîhanê ameje bi wê dike, “Ev yekem kes e ku li derveyî Çînê ji ber vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dide.”

Berpirsên Tendirustiya Çînê jî dibêjin, ew zilam roja 21ê meha derbasbûyî li gel jineke temen 38 salî çûye Fîlîpînê û niha ew jin jî di bin çavdêriyê de ye.

Li aliyê din, hejmara qurbaniyên vîrusa Koronayê her ku diçe zêdetir dibe û li gor dawîn amaran heta niha 304 kesan canê xwe ji dest dane.

Komîsyona Tendirustiya Niştimanî ya Çînê, derbarê belavbûna vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û hejmara qurbaniyên wê vîrusê aşkere kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, heta niha ji ber vîrusa Koronayê 304 kesan canê xwe ji dest dane û 14 hezar û 380 kes jî bi wê vîrusê ketine ku rewşa 2 hezar û 110an giran e.

Herwiha li gor heman daxuyaniyê 328 kes jî ku tûşî Koronayê bûbûn, çareseriya wan hatiye kirin û ji wê vîrusê xilas bûne.

Komîsyona Tendirustiya Niştimanî ya Çînê ragiahndiye termên wan kesên ku ji ber wê vîrusê mirine, dê li nêzî nexweşxaneyê, li qada krematoryumê bên şewitandin.

Li aliyê din li Çînê ji aliyê hikûmetên xwecihî ve hatiye ragihandin ku li bajarên Huanggang ku ser bi eyaleta Hubeyê ve ye û li Vincou ku  ew jî ser bi eyaleta Cicîangê ve ye, hatinûçûna xelkê li nav wan bajaran hatiye sînordarkirin ku hejmara niştecihên wan herdu bajaran nêzî 18 milyon kesan bûye.

Herwiha li bajarê Wuhanê ku çavkaniya sereke ya vîrûsê ye, 32 kesên mirin, 894 kesên din bi vîrûsê ketin. Heya niha li Wuhan 224 kesan canê xwe ji dest dane.

Nûnerê Rêkxistina Tendirustiya Cîhanî li Çînê Goden Galya ragihand ku divê welatên din di derbarê egera belavbûna vîrûsê de hişyar bin, ji bo ku zû bikaribin kesên tûşbûyî bibînin û çareser bikin. Li derveyî Çînê hejmara welatên ku vîrûsa Korona li wan belav bûye gihiştiye 20 welatan.

Ji aliyekî din ve ji ber belavbûna vîrûsa Korona, Kompaniya Apple, her 42 navendên xwe yê bazirganî li Çînê girtin. Apple di daxuyaniyekê de dibêje, Navendên bazirganî, Ofîsên kompaniyê û navendên peywendiyê li Çînê heya 9 vê mehê girtîne. Wê tenê bi riya Online vekirî bin. Çîn sêyem mezintirîn bazara Applê ye piştî Amerîka û Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst