Zanayeke Kurd li cîhanê deng vedaye: Li ser mêjiyê robotîk dixebite

Hewlêr (Rûdaw) – Zanaya Kurd Dr. Pawan Faris Dizeyî bi xebatên xwe yên li ser mêjiyê robotîk ketiye nava ji sedî 2yê zanayên cîhanê.

Dr. Pawan Dizeyî li Îtalyayê li ser mêjiyê robotîk dixebite û bi serkeftinên xwe deng vedaye.

Dr. Pawan Dizeyî bû mêhvana bernameya Rûdawê ya “Roja Hîwa Cemal” û qala xebat û armancên xwe kir.

“Em dixwazin agahiyên di mêjiyê mirovan de veguhêzin mêjiyê robotan”

Dr. Pawanê da zanîn ku ew dixwazin mêjiyê robotan jî wekî yê mirovan alîkariyê bide wan û got:

“Em dixwazin agahiyên di mêjiyê mirovan de veguhêzin mêjiyê robotan da ku robot di destnîşankirina nexweşiyan û çareseriyên tibî de wekî mirovan rola xwe bigerînin.”

Dr. Pawanê diyar kir, “Elektronîkkirina mêjiyê mirovan dê paşerojê ji bo bijîşkan gelekî bibe alîkar” û got ku dê ev yek di tesbîtkirina dermanên herî guncav de bibe xwediyê roleke sereke.

Zanaya Kurd diyar kir, ew ji 2017an ve li ser vê projeyê dixebite û yek ji armancên wê ew e ku tedawiya nexweşiyên kronîk ên wekî nexweşiyên dil û gurçikan bibîne.

“Gelek kar hene ku mirov nikarin bikin lê robot dikin”

Dr. Pawanê amaje pê kir ku robot dikarin di gelek karan de alîkariyê bidin mirovan û berdewam kir:

“Gelek kar hene ku mirov nikarin bikin lê robot dikin, ev yek barê mirovan jî sivik dike.

Ev yek bi taybetî di tibê de xwe nîşan dide.

Heta niha ji sedî 70yê agahiyên mêjiyê mirovan hatine eşkerekirin û em dixwazin van agahiyan veguhêzin mêjiyê robotan.”

Dr. Pawan Dizeyî li Zanîngeha Paviayê ya Îtalyayê mamoste û lêkoler e û wê doktoraya xwe xelas kiriye.

Hûn dikarin ji bo dîtina karên Dr. Pawanê li vê vîdeoya xwarê temaşe bikin: