Coreke kurman dikare proseya çandina endamên laşê mirov tenduristir bike

01-07-2022
Ferdî Sak
Coreke kurman dikare proseya çandina endamên laşê mirov tenduristir bike
Coreke kurman dikare proseya çandina endamên laşê mirov tenduristir bike
Nîşan Kurm Çandina Endamên Laş Tenduristî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolînerekî pizîşkî yê Frensî bi bêrê diçe peravên deryayê û li coreke kurman digere ku proseya çandina endamên laşê mirov tendirûsttir dike. Ew kurman dibe labaratuvarê û çend dilop ji xwîna kurman bo nirxandinê werdigire.

Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Bîyoteknolojî ya Hemarîna Frank Zal behsa kurman kir û got, “Weke hûn dibînin li vê perava deryayê kurmên zêde yên ji corê “Arenîkol” hene, nêzîkî çend sed ton in. Tişta ku bala min kişand, têgihiştina di awayê henasedana vî kurmî de ye ku dikare di nav avê û hişkahiyê de henase bide.”

Hemarîna Frank Zal dolabeke sarker ji van corên kurman tije kiriye û dixwaze cêribandinê li ser wan bike. Lêkolîner dibêjin, çend taybetmendiyên cuda yên vî corê kurman hene.

Hemarîna Frank Zal anî ziman, “Ev kurm di dema nizimbûna avê de li ser yedeka oksîjena xwe dijî ku di dema zêdehiya avê de misoger kiriye. Ew molekûla homoglobînê ku rê dide vî karî bike, molekuleke mezin e ku şiyana komkirina 40 qat zêdetir ji hemoglobînên mirov heye. Ev kurm dikare di demên nizimbûna avê de wê oksîjenê zêde bike û bikarbîne. Wate ev molekula hemoglobînê di rastiyê de depoya biçûk a oksîjena kurmê deryayê ye.”

Dîroka vî corê kurmê vedigere bo 450 milyon salan, lêkolîner dibêjin, ew kurm bapîrê gilokên sor ên xwîna mirov in.

Serokê Beşa Çandina Gurçikan yê Nexweşxaneya Zanîngeha Brest Prof. Yanîk Lî Myur naskirina van kurman wek şoreş bi nav kir û got, “Bi nêrîna min em dikarin bibêjin ev şoreş e, ji ber li cîhanê di warê  çandin û parastina endamên laş de, ev çend sal in em bi ti awayî pêşneketine. Em dizanin ew endamên laş ên ku em dixwazin biçînin yan jî veguhezin, di vê proseyê de zerer digihe wan. Pirsgirêkeke sereke heye ji ber  heta zêdetir ew endamên laş ku em dixwazin biçînin yan veguhêzin biparêzin, bi egereke zêdetir kar dikin û li ber xwe didin.”

Lêkolîner dibêjin ev kurm di dema proseya çandina endamên laş de bi taybet di gurçikan de bi rêya dabînkirina oksîjena pêwîst bo organê zindî gelek bi sûd dibe. Proseya veguhastina organ parastîtir dike, şiyana veguhastina oksîjeneke zêde heye û dikare organan di dema çandinê de tendirûst bihêle.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst