Hikûmeta Kurdistanê 30 ton derman şand Kobanî

Silêmanî (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê 30 ton derman û pêdiviyên tenduristiyê şand bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Rêkewt Reşîd îro li bajarê Silêmaniyê di civîneke rojnamevaniyê de got, îro 30 ton dermanên cur bi cur ji bo birîndar û nexweşxaneyên bajarê Kobanî hat şandin.
Rêkewt Reşîd da zanîn, ew derman û pêdiviyên tenduristiyê ji 100 cure dermanan pêk tê.
Wezîrê Tenduristiyê her wiha got, me rayedarên Rojavayê Kurdistanê agahdar kiriye ku alîkariya wan doktor û nojdarên Başûrî bikin yên ku dixwazin herin Kobanî birîndaran derman bikin.
Rêkewt Reşîd anî ziman, dê alîkariyên dermanî û tenduristiyê yên hikûmetê bo Kobanî bidomin.
Tê zanîn, di êrişa vê dawiyê ya çekdarên DAIŞê de li ser Kobanî, bi sedan sivîl û şervan şehîd bibûn û bi sedan kes jî birîndar bibûn.