‘Sedî 20ê kesên Herêma Kurdistanê kevir di tûrikê wan ê zirav de heye’

01-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Rence Cemal

Hewlêr (Rûdaw) – Pisporekî neştergeriya giştî radigihîne ku li gor salên çûyî rêjeya ketina bi nexweşiyên tûrikê zirav ber bi zêdebûnê ve ye. Her çiqasî heta niha li Herêma Kurdistanê amareke fermî li ser hejmara ketiyên vê nexweşiyê de nîne. Lê pisporê neştergeriya giştî, doktor Dilşad Heme ragihand ku “Ev nexweşî heta niha gellekî belav bûye û dikarim bêjim ku 20 ji sedî cînişînên Herêma Kurdistanê kevir di tûrikê wan ê zirav de heye.”

Ev doktor behsa çend sedemên ketina bi nexweşiyên tûrikê zirav dike, ku diyartirîn sedem ji wan mezinbûna temen e “Ewên ku temenê wan digihe 45 salî bêhtir bi wê nexweşiyê dikevin. Xwarina rûn, qelewbûn, bi taybetî ger kesê qelew bi rêya niştergeriyê giraniya xwe daxîne, bêhtir bi nexweşiya kevirê zirav dikeve.”

Ji wan ên ku bi wê nexweşiyê dikevin, ew jinên ku bêhtir ji 6 caran ducanî dibin. Çiku li gor axaftina wî bijîjkî “Ew jin bi sedema ku gellekî ducanî bûne, hormonên wan têk çûne û pişt re bi nexweşiya kevirê zirav dikevin.” Herwiha zikmakî jî yek ji sedeman e.

Ti nîşana diyar nîne ku bide zanîn ku kesek kevirê zirav pê re heye yan na. Gellek caran, dema pêkanîna ezmûnê ji bo nexweşiyeke din, derdikeve ku nexweş kevir di tûrikê wî yê zirav de heye.

Doktor Dilşad dibêje ku “85 ji sedî nexweşên ku kevirê zirav bi wan re heye, ti nîşan li ser wan der nakevin. Lewma baştirîn rê jê re destnîşankirina encamdana ezmûnê ye.”

Tûrikê zirav, tûrikek masulkî wek hirmiyê ye. Dikeve beşê jorîn, aliyê rastê yê zik, li bin kezebê. Karê wî tûrikî civandina zerdavê ye, ku ji ciger derdikeve. Tûrikê zirav bi xwesteka xwe aloz dibe û alîkariya ûr di cûtina rûn de dike.

Ya ku zêdetir dihêle ku nexweş serdana bijîjk bike, hestkirina bi êşê ye, li aliyê rastê yê beşê jora zik, ku çend xulekan dimîne. Gellek caran jî êş çend demjimêran berdewam dike.

Ew bijîjk dibêje çend nîşanên din jî hene da ku bê zanîn ku ew kes kevir di ziravê wî de heye. Lê nîşan ne girîng in û pişt bi wan nayê girêdan. Ew jî bilindbûna pileya germê, kêm xwarin û zêdebûna lêdana dil e.

Li gor zanista bijîjkî çareseriya bi rêya derman ji bo pişaftinê, yan avêtina kevirê tûrikê zirav çareseriyeke demkî ye. Her pêkanîna neştergerî baştirîn rê ye tê danîn ji bo çareseriya yekcarî. Viyan Mihemed, ku berî ducaniya wê kevir di tûrikê wê yê zirav de çêbûye. Li nexweşxaneya hînbûnê ya Hewlêrê mijûlî pêkanîna ezmûnê bû, got “Wan çaxên ku sar dibim ez têşim, li beşê jorîn, aliyê rastê yê zik. Sedema çêbûna kevir di tûrikê ziravê min de xwarina rûn e. Niha jî ku xwarinekê dixwim rûnê wê gellek e êşek xurt min digire. Ew êş jî du heta sê rojan dewam dike.”

Niha neştergeriya wê nexweşiyê bi awayekî pêşketîtir ji berê tê kirin. Zikê nexweş nayê vekirin, lê belê bi rêya amraza Laparoscopê sê heta çar qulên biçûk di zikê nexweş de tên kirin û kevir tê re tê hilanîn.

Doktor Dilşad Heme, ji pêvî dûrketina ji xwarina rûn, qelewbûn û zêde ducaniyê, ji bo xweparastina ji ketina bi wê nexweşiyê rênimaya welatiyan dike ku bi berdewamî werziş bikin. Şînkayî û fêkiyan jî bixwin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst